Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniyên “LG” û “SAMSUNG”ê firotina hewcehiyên nav malan di Îranê de ragirtin

12:10 - 14 Şibat 2020

Kompaniyên binav û bang yên “Koreya Başûr”, “LG” û “SAMSUNG”, ku hewcehiyên nav malan di Îranê de difirotin, bi hegera dorpêçên aborî yên Amerîkayê li dijî Îranê, karê xwe ragirtin.

Li ser wê mijarê, Serokê Hey`eta Encumena Reng û Deng a Îranê, Seyîd Elîriza Mûsewî Mecid, bas dike ku, heyameke tabloyên kompaniyên Koreya Başûr têne komkirin, û bi cihê wan xelk dikare ji kompaniyên “SAM” û “+G” mifahê werbigire û wan bikar bînin.

Herwisa navbirî baskiriye, ku dawiya îsal TV û Monîtor bêne firotin û di sala 1399`an de jî, Kincşor û Sarinc (yexçal) dê di bazarên Îranê de bêne firotin.

Herwisa navbirî got, ku ji paşmayên kompaniya “SAMSUNG” bo berhemanîna TVyên nû mifahê werdigirin, û kompaniyên Îranî hemû hewlekê didin ku cihê vala yên wan kompaniyan pir bikin.

Piştî dorpêçên aborî yên Amerîkayê li dijî Îranê, û paşvekişîna kompaniyên binav û bang yên biyanî ji bazarên Îranê, xelkê Îranê bi neçarî ji berhemên nawxwyî mifahê werdigirin, ku tevî bêveciya wan berheman, kivalîteya wan berheman di astekî herî nizim de ne, û xelkê Îranê bi pereykî zaf berhemên bêvec dikirin.