Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansa Ciwanên HAK –PAR ê iştewaniya xwe ji xwenîşandanên Mehabadê anî ziman

13:05 - 10 Gulan 2015

Kurdistan Media: Konferansa Ciwanên HAK- PAR ê li jêr durûşma Jib o Komareka Federal dest pê kir û piştewaniya xwe ji nerazîbûn Mehabadê jî anî ziman.

Li gor rapora Malpera Kurdistan Media, konferansa han bi beşdariya Fehmî Demir, sekreterê giştî yê HAK-PAR ê di bin navê Ji bo Komareka Federal demjimêr 11ê roja Şemî, 9 Gulana 2015an dest bi karên xwe kir û piştewanî ji meşa nerazîbûnê ya Mehabadê kir.

Di vê konferansê de rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û bi xasmanî nerazîbûnên vê dawiyê ên Kurdistana Rojhilatê hat nîqaş kirin û piştewaniya xwe ji xelkê Mehabadê re anîn ziman.

Take saziya jinan ya beşdar di wê konferansê de, Yekîtiya Jinên Demokrat yên Kurdistana Îranê bû ku ji aliyê Rojîn Behramî, endama heyeta birêveberî ya vê yekîtiyê ve peyamek hat pêşkeş kirin.

Beşadarên vê konferansê pêkhatibûn ji:
-Fehmî Demir, sekreterê giştî yê HAK-PAR ê
-Nûnerê Ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê
-Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Omîd Xuşnav
-Sekreterê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê
-Nûnerê Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê