Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansek li Brukselê li ser \"Rewşa rojnamegerî û çapemeniya Kurdî li Kurdistana Rojhilat\" rêve çû

15:55 - 21 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Buroya Kurdî ya Pêywendî û Agahdariyê ya bajar Brukselê, konferansek li ser Rewşa rojnamegerî û çapemeniya Kurdî li Kurdistana Rojhilat birêve bir.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja yekmeş 19’ê Gulana 2013an, Buroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê ya bajar Brukselê, konferansek li ser Rewşa rojnamegerî û çapemeniya Kurdî li Kurdistana Rojhilat bo rojnamevan Azad Kurdî, lidar xist û têde dîroka destpêbûna rojnamevanî û çapemeniya Kudî ji destpêkê heta niha hat şirvekirin.

Azad Kurdî di destpêkê de bal kişand ser rewşa siyasî ya piştî Şoreşa Fransa û çêbûna yekemîn rojnameyan li Ewropa û bandora pêlên wê şoreşê li ser welatên Ewropa, cîran û herwiha Împratoryeta Osmanî û bi taybet gelên bindest yên jêr desthilatdariya wê Împratoriyetê weke Kurd, Bulgar û Albanî û ... .

Piştre Kurdî behsa êrîş û hilweşandina Emareta Bedirxan li Kurdistana Bakûr kir û dûrxistina malbataa Bedirxan bo Qahîreyê û çawaniya çêbûna yekemîn rojnameya Kurdî li Qahîreyê bi navê Kurdistan bi destê Miqdad Midhed Bedirxan.

Di doma konfernasê de, rojnamegerî û çapemeniya Kurdî li Kurdistana Rojhilat di sê qonaxan de hat şiroveekirin :

Qonaxa yekem : Derketina yekemîn rojname li Kurdistan Rojhilat li serdemê Şoreşa Simkoyê Şikak û vekirina yekemîn dibistana Kurdî.

Qonaxa duyem : Serdemê avabûna Komara Kudistanê weke serdemê zêrîn yê rojnamegerî û çapemeniya Kurdî li Kurdistana Rojhilat.
Qonaxa sêyem : Ji Şoreşa Gelên Îranê ya sala 1979`an heta niha.
Azad Kurdî, bi hûrî bal kişand ser van sê qonaxan û di dawiyê de behsa rojev û asteng û pirsgirêkên niha ya rojnamevanan li Îranê bi giştî û Kurdistanê bi taybet kir.