Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konfidrasiyon a Sendîkayên kedkar yên Îtaliya derheq kedkarên Îran ê daxuyaniyek belav kir

19:27 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2020

Konfidrasiyon a Sendîkayên kedkar yên Îtaliya yê, derheq binpêkirina eşkere ya mafên kedkaran di Îran ê de, daxuyaniyek belav kir.

Roja Şemî, 25ê Tîrmerhê, Konfidrasiyona Sendîkayên Kedkarên Îtaliya, bi belavkirina daxuyaniyekê, hevpeywendiya xwe digel kedkarên Îran ê daye xuyakirin û derheq binpêkirina eşkere ya mafên kedkaran di Îran ê de di heyamê Korona yê de, bi tundî şermezar kir.

Di wê daxuaniyê de hatiye: “pêka amarên Îranê, %90 a kedkarên Îran ê bi awayê girêbestî an demkî ne û ew bi wateya wê yekê ye ku heqdesta herî kêm bi dest wan ve nakeve û herwisa bi qasî 3 milyon û 200 hezar kedkar yên tewaw bêkar hene, bi wateya wê ku ti dahatek tinînin û di bin hêla hejariyê de dijin û rejîma Îran ê ti car guh nedaye daxwazên wan kedkaran.

Herwisa di wê daxuyaniyê de hatiye ku, “bi tenê di sala 1919an de 1700 kombûn û xwenîşandanên nerizayetiyê di Îran ê de hatine lidarxistin û hinek heya niha jî her berdewamin”.