Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongereya Amerîka daxazkiriye ku nûneratiyên diplomatik yên rejîma Îranê bêne daxistin

12:19 - 21 Hezîran 2020

Kongereya Amerîka biryara li derheq piştevanîkirin li opozîsiyona Îranê biryarnameyek wajo kir.

Kongereya Amerîka bi hevdengiya 2 partiyên xwe bona piştevanîkirin ji opozîsiyona Îranê û şermezarkirina kiryarên terorîstî yên wê rejîmê, biryarnameyek wajo kirin û pêka wê biryarnameyê, dibe balyozxaneyên Amerêka bi hevkarî digel welatên Ewropayê û Balkanê, bi taybet di welatê “Albanî”yê de bona dayxistina nûneratiyên dîplomatîk yên rejîma Îranê kar bikin.

Di 21`ê meha Janviye ya (January) sala 2020`an, bê gotineke taybet bi nişkê ve dewleta Albanî, xwendingeha taybet ya bi navê “Se`idî” di bajarê “Tîrana”yê de daxist.

Berê jî di 15`ê Janviye ya sala 2020`an, Albanî ragihand ku 2 dîplomatên Îranî ji welat derxistine, pêka gotina dewleta Albanî, çalkiyên wan pêka prensîpên dîplomatîk û pêka konvansiyona têkiliyên dîplomatik yên “Viyen”ê nebûne.

Di meha Dêsambir a sala 2018`an de, dewleta Albanî, balyozê rejîma Îranê, “Xulamhusên Mihemedniya” û cihgirê wî yê bi navê “Mistefa Rûdekî”, ji welat derxistin.

Binke û balyozxaneyên rejîma Îranê di welatên dinê de, tevî tedaxul û afirandina fitne di nava wan welatan de, tim nerizayetî û şermezarkirina welatên cîhanê li pey xwe ve anîne.

Hin caran binke û balyozxaneyên rejîma Îranê bûne cihê weşartin û penahgeha terorîstan, wekî dema terorkirina Rêberên Navdar ên Kurd, “Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî” de ew binke û balyozxane ji aliyê terorîst-dîplomatên rejîma Îranê ve wekî weşargeh û penahgeh bikar hatibûn.