Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongira Amerîka bona hatne ser kare hikumetekî demokratîk piştîwaniya xelkê Îranê dike

12:04 - 19 Hezîran 2020

Roja 17 Hezîranê Kongira Amerîka bi îmzeya 220 nûneran, bi meqseda pişîwanî ji xelkê Îranê bona anîne serkare hikûmeteke demokratîk û dûr ji “Ol” û dûr ji “Navokî”, biryarnameyek pejirandin û belav kirin.

Ewa cara yekemîne ku bi wî awayî Kongira Amerîka bi Îmzeya 220 nûneran ji herduk Partiyên Demokrat û Komarîxwaz, ji 14 Eyaletan, bi meqseda dijayetiya rejîma axundî di Îranê de, basê guweherîna rejîmê bikin û cehdê bikin ku hikumetekî demokratîk û xelkî bête ser kar.

Di daxuyaniyê de hatiye Amerîka bi meqseda lewazkirin û guwherîna rejîma dîktatore Îranê, ber kêlega xelkê Îranê disekine û piştewaniyê ji wan dike, Amerîka givaşanan dê zêdetir bike, dorpêç dê tundtir bin, daku rejîm desta ji kuştara xelkê neraziye Îranê berde.

Raol Royîz yêk ji Nûnerê Kongirê got: kongira Amerîka bi herduk Partiyan bona hatna ser kare rejîmekî demokratîk di Îranê de, ber kêlega xelkê Îranênêne.

Şîla Cekson nûnerekî dinê ye Kongirê got: bona rûbirûbûna terorîzma rejîma Îranê, emê piştewaniya xelkê Îranê bikin.

Luyî gomrit Nûnerê Kongirê got, xelkê îranê jêhatiyê hikumetekî demokratîkin, bila bê hivî nebin û bixebitin, emê jî bi hemî awayekê piştewaniya wan bikin.