Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongireya Amrîka: Rejîma Îranê dest ji çêkirina çeka etumî bernade

13:20 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: 45 nûnerên komarîxwaz û demokratîkên li kongireya Amrîkayê, xwazyarê givaşên zortir bo ser Îranê bûn.
45 nûnerên kongireya Amrîkayê li nameyekê de ku bo Barak Obama serkomarê dewletên yekbûyî rêkirin, daxwaz kirin ku zext û givaşan bo ser Îranê zêdetir bike.
Divê nameyê de hatiye, rejîma Îranê di dema serkomariya Hesen Rûhanî de dest ji Pîtandina Uraniyomê bi hinceta çêkirina çeka etom nekêşan.
Ew nameya han di demekê de bo Obama hatiye nivîsîn ku Hesen Rûhanî niha dixwaze deselat bi dest bigre û şarezayan li ser vê bawerê ne ku hikûmeta Amrîkayê bi vî qinaetê gehiştiye ku gorîna serkomar li Îranê bi Manaya gorîna siyaset û îdolojîka komara Îslamî nine.
Di pişkekî din a wê namê de hatiye nivîsîn, tu goherînek peywendî bi siyseta Îranê jibo bernameya nuklerî nahê cîbicî kirin û ev rejîma di vî karî de dê dom bike.

Heyamek berî niha sekomarê Amrîkayê ragehand, hevceye rejîma Tehranê bo civaka Cîhanê nîşan bide ku xwazyarê gorînê ye di pirogirama nuklerî de.