
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ku duyemîn Kongireya xwe li bajarê Qamişloyê lidar xistibûn bi dawî hat.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya duyem kongireya xwe bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û sazî û rêxistinên civakî û hijmarek ji endamên yekîtiyê lidar xist.
Peyama Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji aliyê “Luqman Yûsif” ve di vê kongirê de hate xwendin.
Di vê kongirê de peyamên pîrozbahiyê hatine xwendin ku yek ji wan ya Dezgeha Ragihandina Giştî ya PDKÎ bû ku bo Y.N.K.S hatibû şandin.
Herwiha çend biryar bo xizmeta çand û zimanê kurdî hatin dan.
Ev kongireye bi serkevtiyane dawî pêhat û di wê kongireyê de bi rêya dengdanê ve Komîteya Rêveberî hate destnîşankirin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ji bo xizmetkirin bi çand û wêje û zimanê Kurdî hatiye avakirin û di vê pêxemê de xizmetê bi gelê xwe dike.