Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongireya Neteweyên Îrana Federal daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir

09:45 - 31 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Nivîsîngeha Kongireya Neteweyên Îrana Federal di derbarê bûyerên siyasî û civakî ên navxwe û dervey Îranê û herwisa stratejiya niha a Kongireyê û bi taybetî siyaseta hevgirtina siyasî di xebata li dijî rejîma Komara Îslamî a Îranê de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye;

Xelkê xebatkar!

Partî û aliyên siyasî!

Bûyerên siyasî û nerazîtiyên xelkê li sed bajarên Îranê, nerazîtiya karkeran û tepisandina wan, nerazîtiya jinan li hemberî nebûna yasayê û berfirehbûna tevgerên siyasî li navçeyên cuda ên Îranê, heya asteke berbiçav, welatî derbasî nav kirîzan kirine.

Ev kirîz, bûne sedema lawazbûna saziyên hikûmetê û dibe ku di demeke nêzîk de bibin sedema têkçûna hikûmetê.

Givaşên navdewletî jî di mehên derbasbûyî de ji bo sînordarkirina Komara Îslamî li welatên navçeyê, rêgirtin ji henardekirina terorîzmê û berfirehkirina tevlîheviyê li navçe û cîhanê û têkbirina rêkeftinnameya Bercam ji aliyê dewleta Amerîkayê ve û zêdekirina dorpêçên aborî li ser Komara Îslamî, rewşa welat û tepisandina xelkê navxwe û givaşên derve ji bo serhildana kirîzên siyasî ên berfireh amade kiriye.

Kongireya Neteweyên Îrana Federal ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî û civakî li navxwe û derve û herwisa ji bo siyaseteke hevgirtî û biryarên nû, partî û aliyên endam di Kongireyê de ji bo civîneke taybet li bajarê Koln ê Almanyayê vexwendin.

Ev civîna Kongireyê di asta herî bilind de û bi tevlîbûna endamên Kongireyê, roja 26’ê meha yekem a sala 2019’an dest pê kir û piştî gotûbêjkirina mijarên pêwendîdarî stratejiya niha a Kongireyê û siyaseta wê di derbarê hevgirtîbûna siyasî di xebat li dijî Komara Îslamî a Îranê de gihîşte lihevhatineke piralî. Civîn, êvariya heman rojê bi rengekî serkeftî bi dawî hat.

Nivîsîngeha Kongireya Neteweyên Îrana Federal