Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongireya Netewî ya Kurd: Daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê dike

15:34 - 11 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Lêjneya amadekar ya kongireya Netewî ya Kurd derheq paşketina lidarxistina ve kongreyê di dema diyar kirî a xwe de, daxuyaniyek bilavkir.


Deqa wê daxuyaniyê ku nosxeyek bi malpera “Kurdistanmedia” gehiştiye, bi vî awayîye:


Îro 10’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, komîteya amadekar a kongireya Netewî ya Kurd li bajarê Hewlêrê civîna xwe encam da. Piştî goftûgoyekî vekir sebaret bi tewawbûna hevceyên lidarxistina kongirê ku biryarbû li 25’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, bê lidarxistin, ku jiber hin pirsgirêkên siyasî û temamnebûna amadekariyan nekarîn kongireya netewî a Kurd di dema xwe ya hatiye diyar kirin de bê saz kirinê, jibo wê jî em dixwzain hemû aliyekî re rabighînin ku bi navê hemû endamên lijneya amadekar yên kongireyê ku nûnertiya partî û aliyên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê dikin, daxwaza lêborînê li gelê Kurdistanê dikin.
Ji aliyekî din ve em cext li ser wê yekê dikin ku weku lijneya amadekar em berdewam dibin di karê xwe de bo tewawkirina pêwîstiyên girêdana kongirê di demekî guncaw de, hêviya me ewe ku pirsgirêkên siyasî bi diyalogê û behind wergirtina berjewendiyên bilind yên netewî bête çareserkirin.
Her weha em dupat dikin ku em civînên xwe berdewam dikin bo temamkirina karên teknîkî û bidûvçûnê bo çareseriya her pirsgirêgekî ku bikeve pêşiya girêdana kongireya Netewî ya Kurd.
Lêjneya amadekarî ya kongireya Netewî ya Kurd
10’ê Çiriya Paşîn a 2013’an
Hewlêr - Kurdistan