
Kurdistanmedia: Endamên Konseya Ewlekariyê a NY biryar e bo behs û gengeşekirina nûtirîn taqîkariyên mûşekî ên Îranê civînekê pêk bîne. Bi gotina Amerîkayê rejîma Îranê bi encamdana vê taqîkariyê biryarnameya 2331 a Konseya Ewlekariyê a NY binpê kiriye
Biryar e ew civîna roja sêşemiyê 13-ê Sermawezê bi rê ve biçe, ku welatên endam ên Konseya Ewlekariyê a NY wate Amerîka, Firansa, Rûsiye, Çîn û Birîtaniya û herwisa 10 endamê wê ên din jî tê de beşdar bin.
Her di wê pêwendiyê de, Amerîka ku bernameya mûşekên Balistîkî ên Îranê bi gefeke micid bo ser welatên cîhanê dizane, roja Duşemî 12-ê Sermaweza 1397-an, daxwaz ji Yekêtiya Ewrûpa kir ku bi sedema wê bernama mûşekî ve, dorpêçên tund û micid bixe ser rejîma Îranê.
“Birayan Hog” berpirsê girûpa “Hengaw” li dijî Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê, îşare bi vê yekê kir ku bandorên dorpêçê Amerîkayê di wextekî de dikare kar li ser Îranê bike, ku ji aliyê welatên din ve piştevanî lê bête kirin û got: Yekîtiya Ewrûpa dibe hemû şiyana xwe bo pêşgîrî ji bernameya mûşekî a Îranê bixe ger.
Pêştir jî “Maike Pompeo” Wezîrê Derve yê Amerîkayê, bi belavkirina Peyamekê di “twitter”a xwe de, ew taqîkariya mûşekî mehkûm kiribû.
Ji aliyekî din ve jî roja Duşemiyê 12-ê Sermawezê “Ênîs Wêdrmol” berdevkê Wezîrê Derve yê Firansayê nîgeraniya xwe derheq bi taqîkariya mûşekî a Îranê derxist, û eva wekî karek bo têkdana seqamgîrî û pêkanîna şer û fitnê nav bir.
“Mol” herwisa ragehand: “Firansa”yê daxwaz ji Îranê kir ku bi zûtirîn wext hemû çalakiyên pêwendîdar bi mûşeka Balistîkî ku şiyana hilgirtina komêt navikî hene, dawî pê bîne.
Berpirsên rejîma Îranê ji wan: Ebulfezl Şikarçî, berdevkê bilind ê hêza çekdarên rejîmma Îranê, di gotobêjekê de bas ji vê yekê kiribû ku ev taqîkariya mûşekî ji bo parastina Îranê ye, û wê dirêjî jî hebe.
Di rojên derbazbûyî de, KomaraÎslamî mûşekeke navincbir a Balîstîkî taqî kiriye, ku şiyana hilgirtina kumê navikî heye, û dikare bi sedema vê mûşekê ve beşek ji welatên Ewrûpî û hemû Rojhelata Navîn bike armanc, ku ev kara ji aliyê bepirsên welatê din ve bi tundî hat mehkûm kirin.