Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê ji aliyê naraziyên Rojhelatê ve hat kevirbaran kirin + Wêne

14:44 - 9 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hejmarek ji naraziyên Rojhelatî yên beşdar li parka Şaneder ya Hewlêrê, konsulxaneya rejîma Îranê li Hewlêrê kevirbaran kirin.

Li gor rapora peyamnêr Kurdistanmedia, Roja Înê berwar 8’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, nêzîkê 1000 kes ji çalakvanên siyasî , kulturî yên Kurdistana Rojhelatê bi armanca protestokirina darvekirina girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, li parka Şaneder ya bajarê Hewlêrê, meşeke narizayetiyê lidarxistin.
Peyamnêrê Kurdistanmedia herweha ragihand: Xwenîşandana han bi xwîndina sirûda neteweyî a “Ey reqîb” dest pê kir û paşan komek gutar û derûşmên pêwendîdar bi protestokirina dardekirina ciwanên Kurdistana Îranê bi destê rejîma komara Îslamî, hatin gotin.
Hejmereke berçav ji pişikdarên wê xwenîşandanê li nîweyaya meşê de bo aliyê konsolxaneya rejîma Îranê li Hewlêrê rêketin û bi gotine derûşm û kevirbaran kirinê hîs û wêzariya xwe ji rejîma Îslamî ya Îranê derbirîn.
Xwenîşanderan ala rejîma Îranê li ser konsulxanê anîne xwarê û li gor dawîn agahiyan di nav saxtemanê konsulxanê de kes nehatiye derê.
Di dema wê bûyerê de hêzên asayişa Herêma Kurdistanê çûne cihê han û hewla pêşî lêgirtina êrîşên xwenîşanderan bo ser konsulxana rejîma Îran dabû, lê serkevtî nebûn û xwenîşandan berdewam bûye.
Peyamnêrê Kurdistanmedia ewa jî da zanîn: Derdûra konsuşxanê ji aliyê hêzên asayêşê û hêzên ewlehî ve dewr lêdane û rê bi tû kanalên ragihandinê û peyamnêran nadin ku rûmala bûyerê û dûrdeçûneke pitir bo bikin.