Di Rojhilatê Kurdistanê de rejîma Kurdkuj bi zanebûn pêşiya Koronayê nagire û her roj hejmareke zêde bi sedema wê nesaxiyê canê xwe ji dest didin.
Di parêzgeha Sineyê, nemaze bajarê Sine û Ciwanroyê de amara qurbanî û pêketiyêbn Koronayê roj bi roj bilind dibe.
Di bajarê Ciwanroyê li duh ve 50 kes zêdetir bi Koronayê ketine û heya niha zêdetir ji 500 kes pêketiyên Koronayê di wî bajarî de hene.
Di bajarê Sineyê de ku karesateke mirovî ye, di vê derheqê de perestareke nexweşxaneya “Tûhîd” a bajarê Sine daye zanîn ku, di wê nexweşxanê de textên nexweşan pir bûne û em neçar mane li hevşa nexweşxanê de xîvetan hildin û pêketiyên Koronayê derman bikin.
Pêka amarên ku Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya parêzgeha Sineyê daye, heya niha di parêzgeha Sineyê de zêdetir ji 4620 kes tûşê Koronayê bûne û zêdetir ji 177 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Parêzgeha Urmiyê ku rewşa wê gelek xirab e û her roj hejmarek ji xelkê wê parêzgehê bi Koronayê dikevin.
Di parêzgeha Urmiyê de heya niha zêdetir ji 7963 kes bi Koronayê ketine û 263 kes jî bûne qurbanî.
Di 24 demjimêran de li parêzgeha Kirmaşanê zêdetir ji 300 kes bi Koronayê ketin, eve jî karesateke mezin e ku xelkê parêzgeha Kirmaşanê tûş bûne.
Di parêzgeha Kirmaşanê de 7259 kes pêketine û 166 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Îlamê 1299 kes pêketinê û 72 kes jî bûne qurbanî.
Li parêzgeha Luristanê jî 5512 kes pêketine û 171 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Xelkê Rojhilatê Kurdistanê dibe çavnihêrê rejîma Îranê nebe û bi xwe xwebiparêzin û ji cihên wekî, talar, serxweşî û cihên qerebalix xwe dûr bigrin.