
Yên ku di wê rewşa heyî de pir zehmetan dikişînin û şev û roj bo parastina canê hevwelatiyan zehmetê dikişînin, kadrên dermanî ne.
Lê bi sedema bilindbûna hejmara tûşbûyên Koronayê di Îranê de, êdî şiyanan kadrên dermanî jî nemaye û şiyanan wan ber bi tewawnûnê ve diçe.
Şêwirmendê Wezîrê Tendirustî yê rejîma Îranê, Mihemed Asayî Erdekanî daye zanîn: “Pirbûna nexweşxaneyan û şiyana kadrên dermanî ber bi tewawbûnê ve diçe. Hekî bi wî awayî be kadrên dermnanî nikarin bi awayên baş parastinê ji nexweşên Koronayê bikin”.
Niha tev bajarên Îran û Kurdistanê di rewşa sor de ne û tenê di şev û rojekê de 136 kes di Tehranê de tûşê Koronayê bûne.
Wezareta Tendirustî ya rejîmê duh dawî amara tûşbûyên Koronayê di Îranê de belav kir, û di wê amarê de 3653 kes ji nû ve tûşê Koronayê bûne û di wê hejmarê de 211 kes canê xwe ji dest dane.
Heta niha bi giştî di Îranê de, 471,772 kes tûşê Koronayê bûne û 27 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane.
Cihgirê Nexweşxaneya Mesîhê Danişwerî, “Peyam Tebersî” gotiye: “Me cihek bo razandina nexweşan di nexweşxanana de nîne, her wekî hatî zanîn di niha de 105 nexweşxane di Tehranê de li derheq razandina nexweşên Koronayê hewl dane, lê niha ti nexweşxaneyekê şiyana û text bo nexweşên Koronayê nîne”.
Di Rojhilatê Kurdistanê de jî rewşe pir xirab e û tev nexweşxaneyên pêwendîdar bi Koronayê pir bûne.
Di wê rewşê de yên ku pir xizmetê dikişînin û canê wan di metirsiyê de ye kadrên dermanî ne.