Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koronayê cardin di Urmiyê de berfireh bû/Nexweşxaneyên Urmiyê pir in ji pêketiyên Koronayê

11:49 - 25 Adar 2021

Nexweşxaneya Taliqanî ya Urmiyê pir bûye ji nexweşên Koronayê û hilgirê ti nexweşeke Koronayê nîne.

Elîehmed Aqapûr, Serokê Kargirûpa Gihandina Zaniyariyan a Lihemberderketin li dijî Koronayê li parêzgeha Urmiyê got: “Cihê vergirtina nexweşxaneya Taliqaniyê nemaye û nexweşxaneya Xumeynî jî 130 nexweşên Koronayê têde ne”.

Navbirî di hevpeyvînekê de gotiye: “Rewşa 6 bajaran ji 17 bajarên parêzgehê narincî ne û vê diçe ku bajarê Urmiye û Nexede sor be”.

Di parêzgeha Urmiyê de pêka amara wê navendê, heta niha zêdetir ji 3 hezar û 729 kes bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane.

Bi gelemper di Îranê de bi sedema vîrûsa Koronayê 62 hezar û 45 kesan canê xwe ji dest dane.

Rejîma Îranê hatûçûn bo 17 bajarên wî welatî ku di rewşa sor a Koronayê de ne qedexe kiriye.