Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koronayê tirilyonek û 847 milyard Tumen xisar bi beşa geştiyariyê li Rojhilatê Kurdisrtanê xistiye

11:21 - 5 Kanûna Paşîn 2022

Pêka gotina Wezareta Mîrata Çandî ya rejîma Îranê, dahata salanya beşa geştiyariya Îranê 11 milyard Dolar bû lê bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê, %50 kêm bûye. Ev vîrûsa bûye sedema çolbûna deverên geştiyarîyê û sekinîna karên 2 hezar navendên geştiyariyê ku 65 hezar karmendên wê beşê.

Pêka amara Wezareta Mîrata Çandî ya rejîma Îranê di 2 salên derbasbûyî de 32 tirîliyon Tumen xisar bi beşa geştiyarî û 6 tirîliyon jî bi damezraweyên geştirariyê kevtiye.

Di wê navberê de tirilyonek û 847 milyard Tumen xisar bi beşa geştiyariya Rojhilatê Kurdistanê kevtiye. Qasa wê xisarê li hindek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê gelek zêdetir in ku yek ji wan parêzgeha “Sine”yê ye ku zêdetir ji hezar deverên çandî û geştiyariyê hene û yek ji wan deverane ye ku geştiyar bi rêjeyek zêde, rû bi wê deverê dikin.

Birêveberê Giştî yê Geştiyariya Sineyê gotiye: “Vîrûsa Koronayê li navbera 65 heta %80 xisar bi damezraveyên geştiyariya parêzgeha Sineyê daye. Nêzî 2 hezar û 500 kes di wê beşê de karê xwe ji dest dane û 750 milyard Tumen xisar bi beşa geştiyariyê kevtiye”.

Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê û biryara dayxistina cihên giştî ya ji aliyê Navenda Rawestan li dijî Koronayê, rejîmê biryar dabû ku qerebûya xisarên beşa geştiyarîyê bike; lê bi cihê qerebûkirna xisaran, bi qasî 3 tirîliyon Tumen wama bankî bi sûda %12 bo xwediyên wan navendên geştiyariyê diyarî kir.

Ew qas hevkariya rejîma Îranê jî cihê pesenda xwediyên damezraveyên geştiyariyê nebû, bi wê sedemê ku piraniya bankan an mercên giran hebûn an di dema dana wî pereyî de qerê berê ji wan distandin.

Bi sedema siyaset û birêveberiya şaş ya rejîma Îslamiya Îranê di dema belavbûna vîrûsa Koronayê de jî bi berewird digel welatên din, zêdetirîn xisarên malî û canî bi xelkê Îranê kevtiye.