Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koyê bidarvekirina ciwanên Kurd di Îranê de protesto kir

19:02 - 3 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Bi alîkariya Rêkxirawên Lawên Kurdistana Îranê û Federasyona Rêkxirawên Medenî li bajarê Koyê meşek di vî bajarî de bi armanca protestokirina lidarvekirina ciwanên Kurd birêve çû.


Li gor peyamnêrê malpera Kurdistanmedia, ew meş li pêşberî avahiya fermandariya Koyê ve dest pêkir û bi rêpêvînê ber bi felekeya Hacî Qadir ve dom kir û meşvanan îdama ciwanên Kurd şermezar kirin.
Di destpêkê de bi xwandina sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.
Di vê rêpêvînê de Celal Salihî sekreterê Federasyona Rêkxirawên Ciwanên Kurdistana Îranê peyama federasyonê pêşkêş kir û bas ji yekdengî û yekîtiya di navbera rêkxirawên ciwanan ên Kurdistana Rojhilat kir bona zêdetir mehkûm kirina îdama ciwanên Kurd di vê beşa Kurdistanê de.
Herweha Çîmen Refêq berpirsa Federasyona Rêkxirawên Medenî di peyamekê de hevderdiya xelkê bajarê Koyê li gel malbatên îdamkiriyên Kurd ên Kurdistana Îranê ragehand û weke kiryareke dijî mirovî şermezar kir.
Ew meş bi xwendina sirûda “Ey Şeyîdan” ji aliyê Xolam Fatihî hunermendê Kurd û diruşmên wekî “ Ne bo îdamê, belê bo jiyanê”, û “Ey Komara Îslamî, bi îdamkirinan tu namînî” bidawî hat.