
Kurdistanmedia: Li Rojavaya Kurdistanê li nêzî sênorên Tirkiye û Rojavaya Kurdistanê kurdên Rojava meşeke nerazîbûnê bi rê ve birin û piştevaniya xwe bo hêzên xwe ducarî kirin.
Piştî vê ku ji nişkêve Amerîkayê ragehand ku ewê ji Rojavaya Kurdistan û Sûriyê vekişin û bila kêşeyên Rojhilata Navîn, ew welat bixwe çareser bikin, û şerê DAÎŞ`ê bi dawî hatiye, vê biryarê hem Kurd û hem jî ewên şerê DAÎŞ`ê dikin nîgeran kir. Di nava wan neraziyan de, herî zêde Kurd nîgeran in ji ber ku berdewqam ji aliyê Tirkiyê ve gef li vê herêmê tê xwarin.
ENKS`ê jî di vê derheqê de ragehand ku dibe PYD nehêle rewş berew aloziya zêdetir ve here, û dibe ku rê bide pêşmergeyên Hêza Roj vegerin Rojavaya Kurdistanê, da ku gefa Tirkiyê bi sedema hebûna YPG`ê li ser Rojavaya Kurdistanê nemîne.
Ji aliyekî din ve, di demekê de ku Tirkiye berdewam gefan li Rojvavaya Kurdistanê dike û ew yek tê wateya dagîrkirin û piştre jî hewldan bo guherîna demogirafiya Kurdistanê, lê di heman demê de ew berpirsyarên Tirkiyê Kurdan tawanbar dikin bi vê ku di Rojavaya Kurdistanê de regezperestiyê dikin û xwendina Erebî qedexe kirine.
Di vê çarçoveyê de Re`ûf Denktaş cihgirê balyozêTirkiyê di NY de dibêje: Ew regezperestiya ku YPG`ê encam daye ji aliyê Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî ve hatiye dekomentkirin. Herweha YPG`ê xwendina Erebî di herêmên xwe de qedexe kirin.
Di civîna Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî de tu yek ji hevpeymanên Rojavayî ên Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo biryara vekişanê ranegehandine.
Ji aliyekî din ve Feranse û Swîdê piştevaniya xwe ji bo HSD`ê ragehandine, û nîgeraniya xwe jî li derheq gefênTirkiyê eşkere kirine.
Balyozê Firansayê jî “Firankos Dîlaxt” li NY de ragehandiye: Di heyama çend hefteyên bê de, Firansa di nav hewldanan de dibe, bona xatircembûna ji silametiya hemû hevbeşên Amerîkayê li Sûriyê, ji wan hêzên Sûriyeya demokratîk.