Kerîm Perwîzî
Rojek nû û salek nû li rê de ye û jiyan dimeşe da ku xwe nû bike. Jiyana civakê pêk tê ji hizira hevpar a tev takên civakê û ji vê hizir û hesta hevpar, girêyên civakê têne darêtin da ku xwe weke hev bibînin û di bilindahiya nûbûna salê de, tev bi hev re bi yek hest temaşeyê jîngeha civakên xwe bikin û nîştimanek li ber çavê wan, xwe dixemlîne.
Mirovbûn erkekî gelek giran e ku çirke bi çirkeyên jiyana wê/wî hewce ye da ku bi berdewamî xwe bide nîşandan û wateyê bide bi hebûna xwe ku sînorê di navbera xwe û canliberên bê wate de bêde diyarîkirin. Virda mirovbûn tenê rêkkevtek asayî di navbera milyardan rêkevt de nîne, belkî erk e wek bicihanîn û vegeşînkirin, û erkek e ku digel çirkeyên jiyanê de netenê lawaz û sivik nabe, belkî heta ku bilinditir diçe erkên mirovbûnê girantir û girantir dibe, û di bilindahiya mirovên mezin de dicirîske û bi rengê sor ê leşê wan dilop dilop xwînê pêşkêşê bi nîştimanê dike û navê bilind yên rêberên şehîd verdigerîne û sînorê nîştimanekê pênase dike.
Ev erkê giran yê mirovbûnê li xaleke din a li gerdûnê bo xalek din tê guhertin, çimkî cih tenê cografiyayeke bênaverok, hişk û rût nîne, belkî derfetek e bona vegeşînkirina wate û hêmayan û her lewma jê re dibêjin nîştiman. Vira mirov nasnameyê verdigire û bi zimanekê dipeyve ku mirovên hevnasnameyên wî/wê jê fêm dikin. Têgihîştin tenê fêmkirin ji ziman nîne, belkî kêşandina tev êş û azar û xweşî û nexweşiyên jiyana civakekê ye ku li nav peyvan de cih girtiye û bi kenekê, ziman dîlanê dike û bi renceke peyvê, xembar dibe. Lewma Kurdbûn pêk tê li pênaseya mirovek xwedî erk ku nîştimaneke taybet heye û bi hev re bi zimanê azar, xewn, xweşî û hêvî dipeyvin.
Di Newrozê de erkên mirovên Kurd bi tevahî xwe nîşan didin û di bin ronahiya agirê Newrozê de tev rih û rîşeyên pênase û nasnameyê bi hev re dîlanê dikin û nîştiman pê vedigeşe, her lewma Newroz tev demarên leşê xewn û hêviyên Kurdbûnê dimeşîne.
Manîfêsîta Kurdbûn di bin meşxelên agirê Newrozê de û bi gotina sirûda Xweda tu nîştimanê avedan bike, bi dengekî dîrokî û bi qîrîneke biqasî bilindahiya çiyayan, çiya bi çiya û gund bi gund, kolan bi kolanên bajar û çiyayên Kurdistanê digere. Ev manîfêsta, banga bilind a serhildan, vejiyan û xweragirî ti demekê nayê rawestan. Manîfêsta Kurdbûnê, sirûda “Ey Reqîb” bi meşxelên Newrozê ve û bi rêzbendî û bihevrebûna mirovên xwedî erk yên Kurdistanê ber bi bilindahiyê ve tê hilkişandin.
Newroza Kurdbûn û erkê me yê mirovayetiyê pîroz be.