Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdên Amrîka xwepêşandanek li pêş Koçka Spî bo mehkûmkirina komkujiya Kurdên sûriyê rêkxist in

17:30 - 12 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Revenda Kurdî li Amrîkayê, bi armanca mehkûm kirina êrîşên çekdarê ser bi girupa radîkalan dijî hevnîştimanên Kurdistana Rojava, li pêş Koçka Spî xwepêşandanek lidarxistin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, xwepêşandan roja yekşemî 11’ê Tebaxa 2012’an, birêve çû, serbarî mehkûmkirina komkujiya Kurdên Sûriyê bi destê terorîstan, piştîvanî li xebata neteweya Kurd kirin.
Xwepêşandan xwezyarê piştîvaniya navdewletî li wîst û daxwazên demokratîkên neteweya Kurd bûn û her di vê demê de daxwaz li civaka navnetewyî bi giştî û bi tabet Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka kirine ku bi hawara xelkê sivîl ên Kurdistana Rojava biçin.
Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi awayekî berçav di vê xwepêşandanê de amade bûn û xwepêşandan bi bilinkirina ala Kurdistamê û pilakadrên cûr ba cûr ku bi Kurdî û Engilînsî deruşmên dijî rêxistinên ser bi girupên radîkal û piştîvanî li xelkê Kurdistana Rojava li ser nivîsandibûn çalakiyên berçav lidarxistin.