Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdên rojava di navbera awareyî û berxwedanê de

13:13 - 14 Îlon 2013

Arif vêlzî
Di despêka serhildana şoreşa Sûriyê, Kurdistana Rojava ket destê hêzên Kurdî de û bi vî awayî ev pare ji axa Kurdistanê, ji şer û malwêraniyê hinek hat parastin, lê nebûna yekdengî û yekhelwêstiya di navbera aliyên Kurdî de, serbarê vê ku di despêkê de gellek derfetên zêrîn ên weke beşdarî di Encûmena Nîştîmanî a Sûriyê û sepandina Kurd weke parek ji pêkhateya Sûriyê û heta beşdarî di pêşeroj û qedera welat jî ji dest da, bûye sedema vê ku di heyamên borî de hindek aliyên Îslamiyên binajoxwaz û cîhadî ên ser bi rêkxistina terorîstî ya Elqaîdê li Kurdistana Rojava ser hildin û fetwaya şer li dijî netewa Kurd ragehînin, eva bû ku me dît di çend navçeyên Kurdistanî li Bakûr û Bakûrê Rojhelata Sûriyê de dest avêtin girtin û kuştina xelkê sivîl.
Piştî derketina girjî û aloziyên di navbera Kurd û Îslamiyên tundrev de, asayîş û aramî di Kurdistana Rojava de ber bi aloziyê ve çû û, tirs ji Îslamiyan dest bi ser herêmê de kêşa, eva jî bûye sedema vê ku Kurdên Rojava bajar û gundên xwe çol bikin û ber bi axa Herêma Kurdistanê aware bibin.
Ev koça han cuda ji vê ku hejmarek zaf ji hemwelatiyên Ereb ên Sûriyê ber bi welatên cîran penaber kirin, li gorî amaran nêzîk bi 200 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî, ber bi herêma Kurdistanê rakêşan û eva jî bûye sedema vê ku bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê, ku di rastî de hewce bû niha qada xebat û tekoşînê bona bidestveanîna mafên rewa ên gelê Kurd di vê para Kurdistanê de ba, ber bi çoliyê (valabûnê) ve here. Bêguman eva jî her ew derfete ku desehata Be’s a Sûriyê, bi salane ku jê re kar dike û xewnê pêve dibîne da ku bikare bi te’rîbkirinê bajar û gundên çolkirî ên Kurdistanê, jinû ve bi netewa Ereb ava bike û bi vî awayî dîmografyaya Kurdistana Rojava biguhere.
Bêguman karek weha xisarek mezin e bo ser pêşeroja Kurdistanê û di pêşerojê de vegeriyana Kurdan bo ser zêd û wargehên xwe karek pir zehmet e, lewra bêtir ev e ku xortên Kurdan, mal û halên xwe bicih nehêlin û bi maneweya xwe berevaniyê ji man û mevcûdiyeta gelê xwe li Kurdistana Rojava bikin.