Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan bi fermî mêvanê festîvala “Tamî Morêlos”a weletê Mikzîkê bû

18:48 - 19 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Li 5’mîn festîvala salaneya “Tamî Morêlos”a weletê Mikzîkê mêvandariya Kurdistanê, ji ber zêde naskirina kultura Kurdî dike.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, berwara 16’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, li bajarê “Kornavake” li wîlayeta “Tamî Morêlos”a weletê Mikzîkê, festîvala “Tamî Morêlos” bi beşdariya Kurdistanê birêve çû.

Di roja yekema festîvalê de cêgirê serokê wîlayeta Mo’êlos û wezîrê Geşt û Guzar, wezîrê hukûmet, serokê çavdêriya festîvalê û nûnerê balvêzxana Îraqa fîdiral li Mikzîkê çend gotinek pêşkeşkirin.
Piştre Kawe Omer çalakvanê Kurd û karmendê balvêzxana Îraqa fîdiral bi nûnerayetiya ciwanên Kurd li Mikzîkê, sibaret bi birêveçûna wê festîvalê got û serbarî hêviya aştî û aramî bo Kurdistanê û daxwaz li welatê Mikzîkê kir ku piştîwaniya pirsa Kurd di Rojhelata Navîn de bikin.
Paşan Hana Caf, serokê nawenda Caf sibaret bi kultura Kurd çand gotinek pêşkek kir û hêvî xwast ku Kurd hertim di pêxema azadî de yekgirtî bin.
Festîvala “Tamî Morêlos” 5 sale bi berdewamî birêve diçe û hemû salek welatek weke mêvan bi fermî gazî dikin heta kultura xwe bi netewa Mikzîk bidin nasandin.
Heya niha welatên Japon, Paragoya, Şîlî û Kolombiya weke mêvan di vê festîvalê de beşdarîkirin e û îsal jî Kurdistan ferheng û kultura xwe bi Mikzîkê da nasandin.