Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan li 40 sal dorpêçên rejîma Îranê

17:33 - 20 Hezîran 2019

Azad Kurdî

Gerra nû ya dorpêçên aborî yên Amerîka li dijî rejîma Îslamî ya Îranê salek zêdetir e bûye rojeva civaka navneteweyî. Ji sala 1979’an ku rêjîma Xomêynî hate ser desthilatê heta niha, peywendiyên wan du welatan hergav sar û tarî bûne. Ligel ku 40 sal in jî rêjîma Îranê, ji ber xebata rizgarîxwaziyê Rojhelata Kurdistanê xistiye bin hemû awayên dorpêçan. Emê di vê nivîsarê de zêde li ser dorpêçkirina Rojhelata Kurdistanê ji aliyê rêjîma Îranê ve tekezê bikin.

Cewher û stratêjiya rêjîma Xomêynî piştî ku hate ser desthilatê, bû dijberîkirin û gefxwarin ji Amerîka. Piştî rehîngirtina dîplomatên Balyozxaneya Amerîka li sala 1979’an peywendiyên wan gihîştin asta herî xirab ku heta niha jî nakokî û dijheviyên wan du welatan berdewam dikin. Xwendekarên alîgirên Xomêynî ji 4’ê Novembre 1979’an heta 20’ê Janvier 1981’an, heyamê 444 rojan, 56 dîplomat û kesên sivîl yên Amerîkî li Tehranê rehîn girtin. Ev yek bû destpêka qeyranê. Êdî qet Amerîka ji ber siyasetên tundajo û îdeolojîk yên rejîma Xomêynî nekarî das û standinan bi Îranê re bike. Mirov dikare bêje 40 sal in ku şereke sar di navbera her du welatan de heye, lê qet rûbirûbûn bi hev re nebûne!

Lê Donald Trumpê Komarîxwaz ku dijberekî sereke yê rêjîma Xomêynî xwe da nasandin, dorpêçên herî berfireh û giran di dîroka 40 sal desthilatdariya rejîma Îranê de bi ser wan de sepandin. Bi awayekê ku Komara Îslamî ligel dijwartirîn rewşa desthilatdariya xwe ya 40 salên borî rûbirû kiriye. Dorpêçan pişta rêjîmê şikandiye.  Aboriya Îranê bi tevahî di heyamê yek sala borî de herifî ye. Destê rêjîma Îranê heta asteke berçav kurt bûye di şandina mehane milyonan dolaran bo piştevanîkirin ji grupên terorîstî û alîgirên vê rejîmê li Rojhilata Navîn bona afirandina pirsgirêkan. Ev dorpêçên nû yên berfireh, herêma Rojhilata Navînd ligel qonaxeke nû rûbirû kiriye û berbirûbûnên Amerîka û hevpeymanên wê li Kendavê li dijî Îranê gehiştine asta herî micid. Di mehên pêşiya me de, dê encama wan dorpêçan û şerê sar ê navbera wan diyar bibe.

Armanca vê nivîsarê şirovekirina zêde ya peywendiyên navbera Îran û Amerîka nine, ji ber ku ev yek mijareke kûr û berfireh e û mirov dikare zêde li ser binivîse. Lê ya girîng nîşandana vê rastiyê ye ku, rast e Amerîka dorpêçên herî giran û mezin di dîrokê de xistin ser rejîma Îranê, lê ne berî dorpêçan û ne piştre jî, çi bi rewş û halê xelkê Rojhelata Kurdistanê ferq nekiriye û nake. Ji ber ku 40 sal in rêjîma Xomêynî bi hemû awayên siyasî, huqûqî, aborî, kultûrî dorpçên herî giran xistine ser Kurdan li Îranê û çi kêmasiyek jî nekiriye.

Dema Xomêynî û hevbîrên wî bingehên desthilatdariya xwe xurt kirin û hêzên qirker ên çekdar pêk anîn, êdî kete canê tevgerên rizgarîxwaz ên gelên Îranê û di nav de jî bi taybet tevgera Kurdistanê.

Şanda got û bêjan a Kurdistanê sala 1979’an, bo çend mehan hewl dida daxwaz û mafên kurdan bi rêya siyasî û diyalogê bi rêjîma Xomêynî çareser bike, lê Xomêynî ku hêşta hêzên çekdar û hov ên xwe teyar nekirbûn, zeman dikirî û her car hêcetek digirt û got û bêj dirêj dikirin, heta ku bingeha rêjîma xwe ya dîktatût ava kir. Êdî her cî da, di 28ê Gelawêja 1358’an a Rojî de fermana hêriş bo ser Kurdistanê da (Fermana Cîhada olî weke DAISHê). Partiyên Kurdî hatin qedexekirin, encama hilbijartinên meclîsa yekem li Kurdistanê hatin betalkirin û li cihê nûnerên hilbijartî yên gelê kurd, Mela ji Qumê danîn cihên wan. Hêriş û şereke giran û berîn li dijî gelê Kurdistanê dest pê kir. Gund û bajar hatin kavilkirin, civîl hatin girtin û darvekirin, qadên şer li dijî hêzên Pêşmerge li hemû herêm û bajarên Kurdistanê hatin destpêkirin, ew şer û hêriş heta niha jî berdewam dikin. Kurdistan bi tevahî bû qada şer. Tawan kurdbûn û mafxwazî bû.

Hemû mafên huqûqî û siyasî yên kurdan di qanûna bingehîn de sîstematîk û bi bername hatin binpêkirin û qedexekirin, Kurdistan heta niha jî be, piştî 40 salan paşketîtirîn û bêpartirîn herêma Îranê ye, sermayedanîn li Kurdistanê di asta herî nizim de ye an qet nine, ew rêjeya biçûk a sermayedanînê jî ku heye, ya keda xelkê bi xwe ye. Piştî 40 salan bi ser temenê vê rêjîmê, hêşta bi sedan hezaran kedkar û kasibkarên kurd li Îranê, ji ber bêkariyê, kasibkariyê dikin û jiyana xwe dixin xetera hêzên çekdar ên Îranê, bo peydakirina pariyeke nan bo malbata xwe. Rojane dehan kasibkar li ser sînoran bi teqeya hêzên Îranê tên kuştin û birîndarkirin.  Di warê kultûrî de jî, ziman û bingehên nasnameya Kurdî qedexekirî ne, hemû hewla rêjîmê asîmîlekirin û helandina kurdan di nav ziman û çanda Farsî de bûye. 

Çi 40 sal berê û niha jî ligel be, bo rewşa Kurdan li Îranê çi ferqek nekiriye, para kurdan her bêmafbûn, bêparkirin, zilm û girtin û kuştin bûye. Ger bi milyardan jî pare di xizîneya dewletê de hebin, çi bandorê nake ser jiyan û halê kurdan, ji ber ku her li destpêkê wan stratêjiya dorpêçkirina Rojhelata Kurdistanê hebû û didomînin. Me dît jî di dema serokatiya Obama de bi lihevhatina ku welatên 5+ 1 îmze kirin, bi milyardan pareyê Îranê hatin azadkirin û ketin ber destê rêjîmê, lê yek filis jî li Kurdistanê nehatin mesrefkirin.

Gelê kurd jî bi tevahî ji vê siyaseta rêjîmê li dijî Kurdistanê tê gihîştiye û rêya berdewamkirina xebata rizgarîxwaziyê hilbijartiye bona bidestveanîna, azadî, maf û nasnameya xwe.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine