Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan/Di vê heftiyê de 20 kes di qezaya terafîkê de bûne qurbanî

14:59 - 29 Adar 2014

Kurdistanemdia: Di yekemîn heftiya sal nû de, pitir ji 8 halet bûyerên terafîkê hatine gorê û di navê wan bûyerane de 14 hemwelatiyên Kurd hatine kuştin.

Tirombêl û rêyên nasitanda li Kurdistana Rojhelatê her diçe qurbaniyan digre û bi balkişandin bi terafîkê li rêûbanên Kurdistanê qurbaniyên bûyera hat û çûnê li Kurdistana Rojhelatê li vê heftiyê de bi rêjeyeke berçav zêde kiriye.

Li gor rapora Kurdistanemdia, yekemîn heftiya sala 1392’a Rojî, 3 hemwelatiyên Kurd bi sedema wegerandina tirombêlê li 20 kîlomêtriya Dêlhuranê hatin kuştin.

Li gor vê raportê, tirombêlek li cirê Semend ku li rêya Mûrmûrî bo Dêlhuranê wedigere û banka benzînê di cih de titeqe û di encam de 3 welatiyên Kurd tên kuştin.

Di vê pêwendiyê de, şeva Yekşemî 23’ê Adar a 2014’an, tirombêlek li cirê Pêjo 405 li rêya Serdeşt bo Pîranşehrê wedigere û diçe çemê Kirjal û di encam de şofêrê tirombêle canê xwe ji dest dide.

Akinciyên devera Piranşehr û Serdeştê sedema qezaya tefîkê, nasitandariya tirombêl û cadan ragihandine.

Herwisa roja Pênçşemî 20’ê Adarê, seba bûyera hat û çûnê li meydana azadiya bajarê Pîranşehrê sernişînê tirombêla li cirê Toyota canê xwe ji dest da.
Di vê pêwendiyê de berpirsê polîsê fermandê Întizamî yê Urmiyê roja 23’ê Adarê, ragihandibû ku roja 16’ê Adarê, di heyamê 8 rojan de, 4 kesan bi sedema bûyerên terafîkê li vê parêzgehê de canê xwe ji dest dan.

Herwiha roja Pênçşemî 13’ê Adar a 2014’an, li lihevdana tirombêleke barhilgir tevî tirombêlek li cirê Pêjo 206 li nêzîkê sêrêya “Nê”a ser bi devera Merîwanê, 3 welatiyên Kurd hatin kuştin.

Berpirsê polîsê fermandê Întizamî yê parêzgeha Sine roja 25’ê Adarê ragihand ku li heyamê çend rojên derbasbûyî de li rêyên wê parêzgehê de 12 haletên bûyera terafîkê qewimî ye.

Di bûyereke din a hat û çûnê de li rêya Bane bo Seqizê welateke din hat kuştin.

Herwisa li rêya Sine bo Hemedan seba wegerandina tiombêlek li cirê Pirayîd kesek hat kuştin.

Li gor raporan li Seqizê, roja Çarşemî 26’ê Adarê, bûyera terafîkê li rêya sereke ya Seqiz bo Dîwanderê 3 hemwelatiyan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî hatin kuştin.

Herwisa li heyamê çend roj berî niha seba bûyera hat û çûnê ku li rêya Mirava bo Ciwanro rû daye seba lihevdana Toyota tevî motorsiwarê yek ji sernişnên wê motorsiwarê mir û yekek din jî seba zerbe mêşî çûye nav komayê.

Karzanên rêbanan li ser wê bawerê ne ku rûdana bûyerên terafîkê li rêyên parêzgehên Kurdakinncî yên îranê bo nasitandariya rê û tirombêlan li welatê Îranê raghandin e.