Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan/Zêdebûna qurbaniyên qezayên terafîkê di duyemîn heftiya Newrozê de

20:35 - 3 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Amara bûyera terafîkê bi sedema nasitandarbûna rêyên pêwendî ên Kurdistanê û herwiha tirombêlên nasitandar di duyemîn heftiya pişuya Newrozê zêde bûye.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di duyemîn heftiyapişuya Newrozê de, herî kêm 31 kes di bûyera terafîkê de hatine kuştin û birîndar kirin.

Raporên ku gihîştin e malpera Kurdistanmedia ku zafirîn qurbanî bi sedema bûyera terafîkê di rêyên pêwerîdar ên Kurdistanê de ragiandin e.

Di duyemîn heftiya sala 1392’a Rojî de, herî kêm 10 qezayên terafîkê di rêyên pêwendîdar ên parêzgeha Kirmanşan, Urmiye, Sine de rû dane ku di nav wan bûyerane de 12 hemwelatên Kurd canê xwe ji dest dane û herî kêm 19 kes jî hatine birîndar kirin.

Devera Diza Dulê a ser bi bajarê Urmiyê, li ser rêya Qerebilax bo Serpêla zehaw, devara Lacan a ser bi bajar Pîranşehrê, gerdena Jalane a ser bi Hewramanê, rêya Seqiz bo Merîwanê, li ser rêya Şino bo Nexedê, rêya Çaldiran, rêya pêwendîdar ya Kamyaran bo Bokanê, navê ew cihên ku bûyera terafîkê tê de rû dane.

Piraniya karzanan li ser wê bawerê ne ku nasitandariya rêyên pêwendîdar ên parêzgehên Kurdistana Îranê, nastandariya tirombêlên dibine sedema bûyerên terafîkê û can ji dest dan hemwelatiyên Kurd.