Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdpayê amarek belav kir/ Di sala 1400an a Rojî de, 457 welatî li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin

12:31 - 27 Adar 2022

Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di raporek amarî de belav kiriye, di sala 1400an a Rojî de, li Kurdistanê 457 welatî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di rapora xwe de bas ji sedem û çavahiya binçavkirina wan 457 welatiyan kiriye ku ev amar bi vî awayî ye:

Binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve: 455 kes

Nexûyabûna qedera wan piştî binçavkirinê: 373 kes

Nexûyabûna cihê mana wan piştî binçavkirinê: 337

Êrîş û têkdana mala wan li dema binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve: 73 kes

Birina keresteyên kesî: 47 kes

Lêdan û kutan û bêrêzîkirin di dema binçavkirinê de: 19 kes

Birîndarbûn di dema binçavkirinê de: 1 kes

Herwisa Saziya mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di rapora xwe de bas ji tohmetên ku bi ser wan de hatine sepandin kiriye û ev amar jî wiha ye:

Hevkarî digel partiyên Kurdî: 65 kes

lidarxistina rêûresmên Newrozî: 19 kes

Beşdarî di nerizayetiyên xelkê de: 19 kes

Hevkarî digel girûpên olî: 13 kes

Nerizayetînîşandan li derheq îdamkirina “Heyder Qurbanî” girtiyê siyasî yê Kurd: 5 kes

17 kesên din jî, bi tohmetên cuda yêm wekî lidarxistina rêûresma roja cîhaniya kedkaran, bilindkirina alaya Kurdistanê, mangirtina mamosteyan, lidarxistina roja cîhaniya zimanê dayîkî û…hwd.

Herwisa 66 welatî ku hatine binçavkirin “çalakvanên medenî û çandî, çalakvanên jîngehparêzî, çalakvanên kedkarî, mamoste, xwendekar û girtiyên berê yên siyasî, rojnamevan, werzişvan, parêzer, nivîser û çalakvanên olî bûne.”

Herwisa hêjayê baskirinê ye ku 25 kes ji wan binçavkiriyan jin û 4 kesên din jî, li jêr temenê 18 saliyê de bûne.

Herwisa di sala derbsbûyî de çar mencên girtina bi kom di Kurdistanê de hatibû destpêkirin ku zêdetir ji 100 kesan li bajarên wekî “Şino, Mihabad, Pîranşar, Sine, Bokan, Bane, Seqiz, Merîwan, Ciwanro”yê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûne binçavkirin.

Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ragihandiye ku ev amare pêka haletên ku “Kurdpa”yê tomar kirine, hatiye komkirin û renge amar gelek zêdetir ji ya hatî baskirin be.