
Kurte belgefîlma “Taqîgey jimare 2”, berhema hevpar a kompaniya “La Midia”, bi nivîs û derhêneriya “Îdrîs Ebdî û Aware Omer”, di 62emîn xola festîvala “Krakow” li welatê “Lehistan”ê ku hilbijînerê “OSCAR û BAFTA”yê ye, hate hilbijartin,
Belavkirina wê fîlmê li stuyê Rêkxirava “Rêtaw”ê ye.
Ew kurte belgefîlm berê xelata baştirîn kurte belgefîlma Kurdî li pêncemîn festîvala navnetewî ya Silêmaniyê bi dest xistibû.
Kurte belgefîlma “Taqîgey jimare 2” li sala 2021an de hatiye berhemanîn û bas li jiyana “Heme Tofîq” dike ku heyamê 14 salan di beşa lêkolêna zanîngeha pizîşkî ya bajarê Silêmaniyê de mijûlê kar bû.
Kurte belgefîlma “Taqîgey jimare 2” li festîvala nevnetewiya “Elbwabe” li welatê “Elcezayîr”ê xelata “Silver” bi dest xistibû û herwisa li festîvala filma “Celebrity” ya “Îtaliya”yê, xelata baştirîn kurte belgefîlm bi dest xistibû.
Kurte belgefîlma “Taqîgey jimare 2” niha beşdarê kêbirkêya festîvala film a “Angelica” ya Amerîkayê bo bidestxistina xelat e.
Herwisa ew kurte belgefîlma di festîvala “Big Sky” ya Amerîkayê bo beşa kêbirkêyê hatiye hilbijartin.