Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştara bi kom li gundên Nexedê

14:27 - 1 Nîsan 2013

Hîwa Mîrzayî
Piştî serkevtian şoreşa gelên Îranê û bi deshilatgihîştina rejîma Komara Îslamiya Îranê, pêla mafxwaziya gelên Îranê û daxwaziyên wan li gel dijatiya rejîma ku taze hatibû ser kar berbirû bû., û heta sozên deshilatdaran di pêvajoya şoreşê de hatin jibîr kirn û ne tenê eva belkû êrîşek bêrehmane kirina ser kesên pêşkevtinxwaz û demokrat û neteweyên mafxwaz ê Îranê. Hikumeta Îslamiya Îranê wek her rejîmeke dîktator ya cîhanê riya mana xwe di tepeseriya her dengek azadîxwazane de didît, lewra Xomênî rêtina xwîna Kurdan bi helal zanî û fitwayek bi dijî Kurdan derkir û şerek bi ser gelê Kurd de sepand ku sê mehan dom kir.
Piştî şerê sê mehî jî li salên piştî vê êrîş berdewam bûn bi awayekê ku li encama vî şerê giran de gundên “Helebê”, “Kiwêkan”, “Kerêzeyî Şikakan”, “Yunislî”, ser bi Nexedê jî li 23’ê Reşemeya 1361’an de ketin ber êrîşê, û li encam de 40 kes ji xelkê wan gundan bi awayek bêrehmane hatin şehîd kirin. Ew tawan doma wan cînayetan bû ku rejîma Îranê li gund û bajarên Kurdistanê encam dabû wek Pawe, Seqiz, Mehabad, Qarnê, Qelatan, û gellek gund û bajarên din ên Kurdistanê. Armanca rejîma Îranê ji kuştara xelkê herêma Nexedê, çavtirsandîkirina wî xelkî bû ku piştevanî ji hêzên demokrat û mpêşkevtinxwaze Kurd dikirin. Herweha pêkanîna nakokiyan û çandina tovê duberekî û nakokiyê li navbera Kurd û sAzeriyên vê herêmê bû ku bi xweşî ve siyaseta durust û mentiqî ya PDKÎ û bilindbûna astê têgihîştina xelkê vê herêmê heya astekê pêşiya vê siyaseta rejîmê girt.
Kuştara xelkê gundên Nexedê tenê bi sedema Kurdbûna wan bû, ew karesatên ne mirovî bi sedema nebûna ragehyandinên giştî, û herweha bi sedema şerê Îran û Îraqê dengvedanek weha li nav mîdyayên cîhanê de tunebû, heya ew hêz û kesayetiyên ku duruşma dadperweriyê didan, tu dijkiryarek nîşan nedan, û mixabin heya niha jî tu yek ji tawanbaran berbirûyê dadgehê nebûne, belkû heya paye û pileyên bilind jî wergirtin.
Lewera bi sedema wan zext û zulm û zoriyan, û ji aliyek din ve bi sedema astê têgihîştina siyasî a nbilind ya Kkurdan, Kurdistan her tim çepera azadîxwazî û şoreşê bûye.
Siyaset zulm û zorî û tepeseriyê her niha jî mixabin ji aliyê rejîma Îranê ve derheq rewşenbîr, rojnamevan û çalakên medenî ve tê birêvebirin, û ji aliyek din ve bi hêlana herêmêm Kurdan di nav hejariyê, û bilavkirina madeyên hişber li nav civakê de berdewam e, û şêweyek din ji komkujiya xelkê Kurdistanê li rojevê de ye.