Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Kuştin li pêxemê jiyanê” li meha Pûşperê de 19 kolber bi gulleyên hêzên leşkeriyên rejîmê bûne qurbanî

21:17 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Li meha Pûşpera 1392’a rojî de 19 kasibkar û kolberên kurd li deverên sînoriyên Kurdistanê bi destê hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê, hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gor nûçeya malepra Kurdistanmedia, li koma giştî a wan 19 kolber û kasibkara ne de 5 kes ji wan hatine kuştin û 14 kes jî hatine birîndarkirin, ew hevwelatiyên Kurd tenê bi mebesta dabînkirina xercê jiyana xwe dest dane wî karê ku gelek caran rejîm Îranê canê wan kolberane jê destine.

Li meha Pûşpera 1392’a rojî de devera Selasa Bawecanî li gor bajarên din rêja kuştinê zaftir bûye ku 2 kes li kasibkar û kolberên Kurdê hatinî kuştin xelkê Selasa Bawecanî bûne.

Bajarên Serdeşt, Cwanro û Mako zêtirîn rêja kuştinê hebûne û kêmtirîn rêja birîndaran xelkê Merîwan û Nexede, Şino û Bane ne.

Bajarê Serdeştê zaftirîn rêja birîndarbûna kolber û kasibkaran li gor bajarên din ên Kurdistanê de li meha Pûşperê de heye, 5 kes ji qurbaniyan xelkê vî bajarî ne.

Temenê wan kesane ku li pêxema bijîwa jiyanê de bûne qurbanî bi awayekî nêwincî di nav ber 20 heya 30 saliyê de ye.

Kolberên han di demekê de bûne qurbanî ku xelkekî zaf li vî werzê de bi hinceta xweşî û seyran diçine derveyê bajaran û bi xweş ve mefah li sersewzî a welat, av, çem û kaniyan werdigirin, lê malbatên kolberan bi cihê çêj wergirtin, dibe ejnoa xem û matemeniyê li baweş bigirin.

Li gor amara hatî tomar kirin li newenda amara malpera Kurdistanmedia, li heyamê werza Bihara îsal de 39 kolber û kasibkarên Kurd bi destdirêjiya raste rast a hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê li deverên sînoriyên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin û li koma giştî a wê rêjeyê 17 kolber hatine kuştin û 22 jî hatine birîndarkirin.

Bi rêz meha Xakelêwe 9 kes, Banemer 14 kes, cozerdan 16 kes û Pûşper 19 kes hatine kuştin û birîndarkirin û meha Cozerdana 1392’a rojî bi 7 kolberên kuştî zortirîn rêja kuştiyan berwir li gel her 4 mehên sala 1392 de heye.