Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Kuştin li pêxemê jiyanê” Rapora Kurdistanmedia li ser kuştin û birîndar kirina kolberan/meha Çileya Paşîn û Şibatê

13:03 - 20 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Li gor dawî amar û nûçeên hatine bilavkirin ji çavkaniyên nûçegehaniyan, li meha Çileya Paşîn û Şibatê de 9 kolber ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma komara Îslamî a Îranê li herêmên sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndar kirin.


Di encama teqekirina hêzên rejîmê di meha Çileya Paşîn û Şibatê de 6 kolberên Kurd canê xwe ji dest dane û 3 kesên din hatine birîndar kirin û her di vê pêywendiyê de li nav kuştin û birîndaran kesanek hene ku tenê bi gomana hilgirtina kelûpelên “Qaçax” teqe ji van hatiye kirin û paşan eşkere bûye ku hevwelatiyên sivîl in.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, her di destpêka meha Çileya Paşîn de hêzên çekdar ên rejîma Îslamî a Îranê li devera “Gewirk”a Serdeştê bi gumana barkirina kelûpelên qaçax teqe li tirombêla hevwelatiyek kirin ku li encam denavbirî hat kuştin.
Îsmaîl Hacî Xidir xelkê gundê “Hurmizavê”a devera Gewirka bajarê serdeştê, navê wî hevwelaiyê Kurd bû ku tu sûçek tunebû û bê vê ku rejîma çekdar haydar bikin teqe lê kirine.
Li dirêjahiya kuştina kolberan roja duşem 21’ê Çileya Paşîn a 2013’an hêzên çekdarên ser sînor ên bajarê Banê li cihekê bi navê “Çemê Çûşî” teqe ji desteyek ji kolberan kir û li encam de kolberek bi navê “Sabir Altûn” canê xwe ji dest da.
Sabir Altûn temen 17 salî kurê Celal û xelkê gundê “Nemincê”a herêma Pîran a ser bi bajarê Pîranşehrê bi mebesta dabînkirina jiyana malbata xwe rû li karê pir tirs wek kolberiyê li deverên navbera bajarê Banê û Herêma Kurdistanê kiribû.


Ev kolberane tenê bi mebesta dabînkirina xercê jiyana xwe dest dane wî karê ku gelek caran canê wan kolberane jê distîne û cihê jê hûrbûna vê diyardeya kuştinê li vir de ye ku li gor benda “A” li mada 2’ya yasa qaçaxa Kalayan rejîma Îranê, eger her kalayek kêmtir ji yek miliyon tûmen buhayê wê hebe eva nakeve çarçoveya kelûpelên qaçax û cezaya wê tunye.

Hêzên rejîma Îranê gelek caran hevwelatiyan dikene armanc û bê evê ku bizanin evane kîne û barê wan çî ye,wan didene ber guleyan.
Her di vê pêywendiyê de di rêya navbera Zencan – Tewrêz, hêzên Întizamî ên rejîmê teqe li tirombêla welatiyekê Kurd dikin û li encam de du sernişîne vê tirombêlê bi tundî birîndar dibin.
Kamiran Ewdûyî kurê Silhedîn û Sitar Ewdûyî kurê Çergez, xelkê gundê “Ketban”a ser bi şeristana Selmasê navê wan du hevwelatiyên Kurde ku bi teqeya hêzên Întizamî ên reîma Îranê birîndar bûn.
Ev hevwelatiyên Kurd paş birîndarbûnê ji bo nexweşxana Tewrêzê hatin veguhastin û bi tundî li jêr çevedêriya hêzên Întizamî de ne û tu kes nikare biçe serdana wan.
5 rojan paş birîndarkirinawan du hevwelatiyên Kurd ên Selmasê li 8’ê Şibat a 2013’an hêzên çekdar ên bajarê “Endîmişk”a ser bi parêzgaha Xûzistanê, teqe li tirombêla welatiyeke Kurd bi navê “Muxtar Xatirî” kirin û li encam navbirî de canê xwe ji dest da.
Ev welatiyê Kurd xelkê bajarê Kamîyaranê û xwediyê 2 zarokan bû.
Hêzên çekdarên rejîmê serbarî haşakirin ji kuştina Muxtar, amade nebûn termê wî jî bidene malbata wî.

Diyare ku nûçên kuştin û birîndarkirina her kolbereke zehmetkêş, bêtawan û bêberevan nîşana bêpar bûna Kurdistanê ji nawendên pîşeyî ne, û bêkariya xelkê Kurdistanê û ji aliyek din rewşa nalebara mafên mirof li Kurdistan û Îranê.
Destdirêjiya rastrast, ketina ser mînan, reqbûn li sir û seqemê evana hemû evne bi berdewamî gefê li canê kolberên Kurd dikin.
Çend roj berî niha nûçeya kuştina 3 kolberên Kurd li bajarê Mihabadê li devera sînorên bajarê Banê vîjdana her mirovekê hejand û hemû Kurdek xembar kir.
Roja 9’ê Şibat a 2013’an, termê sê kolberên Kurd devera “Şehabedîn”a bajarê Banê de hat dîtin.
 4 kolberên Kurd bi navên Elî kurê mam Nadir, Hoşyar Rostemnijad temen 16 salî û Husên Rostemnijad temen 20 salî kurên Mihemed (Çavşîn) û Rizgar temen 18 salî kurê Kemal Ketanî li devera “Şehabedîn” a Banê ketine ber êrîşa hêzên Întizamî ên rejîma Îslamî a Îranê.
Yek ji van kolberan bi navê Elî ji destê hêzên rejîmê rizgar dibe, lê li dema hilatinê de dikeve ser mînê û li encam de pêyeke xwe ji dest dide.
Sê kolberên din bi bendik û Werîsên ku wan ji bo barkirina barên xwe bikar anîne, ji aliyê hêzên rejîmê ve dest û pêyên wan têne girêdan û piştere wanli bilindahiya çiyayê “Sûrkêw”ê dihavêjine xwarê.
Li gor amarên tomarkirî ji aliyê malpera Kurdistanmedia li heyamê meha Çileya Pêşîn, Çileya Paşîn û Şibatê 25 kolber û kasibkarên Kurd bi teqeyên hêzên çekdar ên rejîma komara Îslamî a Îranê û ketine ser mînê li herêmên Rojhelatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndar bûne.
Li koma giştiya vê rêjeyê 15 kolberan canê xwe ji dest danê û 10 kolberên din birîndar bûne.
Di nav van 15 kolberên hatine kuştin yek ji wan li sirê de req bûye.

Kolberên Kurd ev kelûpelên ku li pişta xwe didin zor caran ji wan bilindtir û girantir e û bo veguhastinê jî tenê diraveke kêm weke heqdestî werdigirin ku bi zehmetî dike 20 hezar Tûmen.
Li gor mada 7’ê derheq bikaranîna çekê ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma komara Îslamî a Îranê ve, pêştir dibe kesê sûçdar an gomankirî bê agadar kirin û eger bê encam bû li qonaxa duyem de teqeya esman bê kirin û eger teslîm nebû li navtenyê bo xwarê bêkirin û tenê li pêyan bê kiirn.