Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştin û destbiser girtina hesbên kolberan li devera Tirgewera Urmiyê

15:28 - 17 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê, hespên kolberên Kurd li devera Tirgewera Urmiyê dane ber gulleyan û di encam de hejmarek hatin kuştin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî berwara 15’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, hêzên rejîma Îranê li çiyeyên “Şehîdan” a devera Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, kolberên Kurd dane ber gulleyan. Di encama wê êrîşê de, hejmarek hespên kolberan hatin kuştin.
Serbarî wan hespên ku hatine kuştin û çendîn hespên din ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine birîndarkirin, hespên din ên kolberan ji aliyên hêzên Întizamiyên rejîma Îranê ve hatin zewtkirine.

Li gor vê raporê, hêzên rejîm hesp û histêrên barber tevî xwe birine û heya niha radestê xwediyên wan nekirine.