Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina 2 kesan ji aliyê rejîmê ve xwenîşandana xelkê li pey xwe anî

12:05 - 17 Çirriya pêşîn 2020

Di encama kuştina 2 kesan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, xwenîşandana nerizayetî li bajarê “Sîrîk” di parêzgeha “Sîstan Û Belûçistan”ê de hate lidarxintin.

Roja Înê, 16ê Çirriya Pêşîn, hezên rejîma Îranê di bajarê “Sîrîk” di parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê de 2 kes yên bi navên “Mihemed Rostemzade û Elî Aşûrîniya” kuştin û di berteka wê cinayeta rejîma Îranê de, xelkê bajarê “Sîrîk” rê daxistin û bi hilkirina agir li ser rêyan, xwenîşandana nerizayetiyê lidar xistin.

Rejîma Îranê bona çavtirsandina xelkê Îranê, xwe ji ti kiryarke tundûtîjiyê naparêze, çend roj berî niha jî kesek ku di maşîna xwe de razayî bûye bi sedema hebûna mazot di maşîna wî de, hêzên rejîmê bi awayekî dijwar ew hevwelatî kutabûn ku çavekî wî kor bûye.

Parêzgeha “Sîstan û Belûçistan” û herwisa xelkê Rojhilata Kurdistanê, rastî tuntirîn reftarên hovane yên rejîma Îranê dibin.

Herwisa li roja Çarşemî 14ê Çirriya Pêşîn de, di bajarê “Kirmaşan”ê de, hêzên rejîma Îranê bê ti agehdarîdanek, teqe bi maşînekî kiribûn ku di encam de nûciwanekî 17 salî kuştin û nûciwanekî din jî birîndar kiribûn.

Rejîma Îranê rijandina xwîna xelkê bo xwe rewa dibîne û her cinayetek ku bikare xwe jê naparêze.