Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Larîcanî: Îraq dibe pêşî ji girûpên lidijî Îranê yên li wî welatî bigire

11:31 - 7 Adar 2019

Kurdistanmedia: Serokê meclisa rejîmê digel serokê Parlemana Îraqê civiya, û  derheq hebûna PDKÎ di Îraqê de axavit.

Li gorî raporên belavbûyî, roja Çarşemî 15`ê Reşemehê (4`ê Adarê), Larîcanî serokê mecilsa rejîmê serdana Îraqê kir, û digel “Hilbosî” serokê meclisa Îraqê civiya û derheq hebûna hin partiyên Kurd yên li dijî rejîmê ne axavt û got Îraq dibe pêşî ji wan bigire.

Herwisa wî berpirsê rejîmê got, di heyama ku “Dunold Tramp” û “John Bolton” hatine ser kar,  li dijî me kar dikin, û her rojê digel welatêkê û bi awayekî dijberiya me dikin.

Serdana Larîcanî bo Îraqê di demekê de ye ku, Amerîka hêzên leşkerî yên xwe,  li Sûriyê bo Îraqê vediguhese, û herwisa binkeyên leşekerî yên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê çalak dike,  her di vê derheqê de jî, Amerîkayî hişdarî jî ji rejîma Îranê re daye da ku, hêzên Spaha Qods a terorîst yên li Sûriyê vekişîne, û dawiyî bi çalakiyên xwe yên terorîstî  yên di  deverê de bîne.

 Berprisên rejîma Îranê ji mana xwe li desthilatê ditirsin, û bi hincetên coda dixwazin destêverdanên di karêbarên welatên derdorê de bikin.

Ev yekem car nine ku berprisên rejîma Îslamî a Îranê, îd`a dikin ku li kempên PDKÎ yên li nav axa Herêma Kurdistanê,  pêşmerge hene û  wir êrîşî ser binkeyên leşkerî yên Spaha terorîst dikin, lê ,eva dûr ji rastiyê ye, û di nav kempan de  tenê xelkê sivîl dijîn.