Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Laverov: Civata NY dibe komkujiya Kurdan li Sûriyê mehkûm bike

21:35 - 7 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Wezîrê derve yê Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, li Sûriyê 450 Kurdên sivîl hatine kuştin û civata ewlehî ya NY dibe komkujiya Kurdan li Sûriyê mehkûm bike û divê pêwendiyê de da xuyakirin ku dibe Kurd tevlî Konferansa Cinêv a 2 bibin.
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergeî Laverov ragihand ku pirsa terorê li Sûriyê xwe dide pêş û bal kişand ser agahiyên kuştina 450 Kurdên sivîl ku di navde 100 zarok jî hene bi destê koma Cebhet Nusre a ser bi Qaîdê.
Her weha di berdewamiya axaftina xwe de Laverov daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê û opozisyonê kir ku bi hevre tevbigerin bo paqijkirina Sûriyê ji terorîstan û bo avakirina Sûriyekî tayîfe rengî.
Di kongireya rojnamevanî de ku duh 6’ê Tebaxa 2013’an li Roma’yê hate saz kirin de wezîrê derve yê rûsya Sergeî Lavrov bal kişand ser wê yekê ku pêwîste kongireya Cinêv 2 bi lez bê lidar xistin û teqez kir ku taloqkirina kongireyê dê hejmara qurbaniyan di nava welatiyên sivîl li Sûriyê zêde bibe.
Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Îtaliyayê Îmma Bonîno da zanîn ku herdu aliyan teqez li wê yekê kirine ku çareseriya li sûriyê ne leşkeriye belku divê çareyek dîplomasî ji aloziya Sûriyê re bê dîtinê.

Ji aliyek din ve wezîrê karên derve yê Rûsyayê daxwaz li Civata ewlehî ya Netewên Yeklbûyî (NY) kir ku dibe çalakiyên terorîstî û komkujiya Kurdan li Sûriyê ji aliyê girûpên Îslamî ve hatiye kirin mehkûm bike.
Her dive pêwendiyê de Sergeî Laverov daxwaz li Kurdan kir ku dibe beşdariya Konferansa Cinêv a 2 ji bo aştî û aramiya Sûriyê bibin.