Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

lê rêkxirawa me pitir ji 67 sal e ku mil bi milê tevgera netewî demokratîk ...

20:58 - 27 Tebax 2013

Foad Xakîbêygî:
. lê rêkxirawa me pitir ji 67 sal e ku mil bi milê tevgera netewî demokratîk a xelkê Kurdistana Îranê di qonaxên curbicur ên xebat û tekoşînê de beşdar bûye û gellek ji lawên leheng û cangorî jî di vê rêyê de canê xwe pêşkêşî baregehên azadiyê kirine.

Sala 1975’an rêxistina NY bo car yekemîn rêz ji roja cîhanî a Lawan girt. konfiransa cîhanî a lawan roja 8 heya 12’ê heyva August a sala 1988’an, kombûnek li bajarê “Lîsbon” a pêtextê welatê Portoqalê lidar xistin û tê de pêşniyara bi fermî naskirina roja cîhanî a lawan pejirandin. Civata giştî a rêxistina NY jî, roja 17’ê December a sala 1999’an, bi pejirandina biryarnameya 120/54’ê, roja 12’ê Augustê weke roja cîhanî a lawan bi fermî nas kir. Bi vê hincetê û herweha birêveçûna kongireya heftemîn a Yekitiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê ku li 4 heya 8’ê Gelawêja sala 1392’an (26 – 30’ê Julay a 2013) bi navê kongireya “Derxistina şiyanan” û li jêr dirûşma “Xwe sazdan ber bi pêşerojek ronî” birêve çû, me hevpeyvînek digel rêzdar Fo’ad Xakîbêgî Sekreterê Giştî ê Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê encam da ku em bala xwînerên Agiriyê jê re radikêşin.
P: Encam û rasipardeyên kongireya heftemîn a Yekitiya Lawên Demokrat a Kurdistana Îranê çawa dinirxînin?
B: Kongireya heftemîn wate kongireya “Derxistina şiyanan”, hejmarek biryar û rasiparde pejirandin ku di rastî de di qonaxa niha a xebatê de, hewce ye tevî dirêjîdan bi karûbarên rêxistinî û peywendî û ragehandin di cîhana derve de, bona kûrahiya sitratijiya kar û xebata xwe ku navxweyî welat e, pitir hewil dide, herweha mikanîzmên bêtir û guncawtir ji rêveberyê re diyarî kiriye.
P: Pênaseyek kurt li ser lawan bo me bike?
B: Di pirensîpên navnetewî de bi kesekî law (ciwan) tê gotin ku temenê wî/wê di navbera 15 heya 30 saliyê de be. Di vê peywendiyê de bername û peyrewa Yekitiya Lawan jî vê pirensîpê li berçav digire û tevî mercên din ên endambûnê, di vê temenê de rêkxirawa me endaman werdigire. Eva dewrana lawiyê ye û mirov di vê temenî de hewla peydakirina bersiva dehan û sedan pirsyarên jiyanê dide.
P: Di bereberê hatina roja cîhanî a lawan de, hûn rewşa lawên Kurdistana Îranê çawa dinirxînin?
B: Hekî em niha bixwazin bê vê ku tûşî bêhêvîbûnê bibin û herweha bi hêvîdarbûn bi xebata xwe a pêşerojê, avrûyekê ji rewşa lawên Kurdistanê bidin, mixabin dibînin ku law di Îranê bi giştî û Kurdistanê bitaybetî de, di rewşek pir dijwar de dijîn, diyardeyên nehez ên civakî di bin bandora siyasetên Komara Îslamî de, rewşek afirandine ku derfeta geşekirina lawan ber bi cîhana modêrn nemumkîn e, bêkarî, îdz û îtiyad, nemana bijardeyan, bilindbûna hêla hejariyê, rewşa aloz a aborî û ...hwd zext û givaşek zaf xistiye ser lawan, jiber ku welatê Îranê bi welatek law tê naskirin û piraniya nifûsa wê ji lawan pêk tê.
P: Peywendiyên we tevî law û rêkxirawên taybet bi lawan li seranserê cîhanê çawa ye?
B: Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îran bi xweşî ve hekî nebêjim bêmînak e, rêkxirawa herî kêm mînak a taybet bi lawan e li ser astê Kurdistanê ye ku peywendiyek berfireh tevî piraniya rêkxirawên lawan li herçar parên Kurdistanê heye. Li ser asta navnetewî jî tevî beşek zaf ji rêkxirawên cîhanî ên weke lawên Sosyal Demokrat, LNU ya Norwêjî û ...hwd endam e, û herweha di pêşerojek ne dûr de jî, emê mizgîniya endambûn di çend rêkxirawên din ên cîhanî de jî, bidin endam û alîgirên Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê.
P: Gelo bi baweriya we erkê Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê di rewşa niha a xebata gelê Kurd de gerek çi be?
B: Weke pirensîp me hertim ragehandiye ku, rast e em weke rêkxiraw hewil didin ku xewnên lawan di Îranê de bikin rastî, lê rêkxirawa me pitir ji 67 sal e ku mil bi milê tevgera netewî demokratîk a xelkê Kurdistana Îranê di qonaxên curbicur ên xebat û tekoşînê de beşdar bûye û gellek ji lawên leheng û cangorî jî di vê rêyê de canê xwe pêşkêşî baregehên azadiyê kirine. Me bi eşkere ragehandiye ku di qonaxa niha a xebatê de, erkê ser milê me ye ku beşdariyê di tevgera netewî de bikin, jiber ku heya mafên netewî ên lawên Kurd di Kurdistana Îranê de nehên dabînkirin, dabînbûna mafên wan ên pîşeyî nemumkîn e.