Rêkxirava Lêbihorîna Navnetewî li berteka wê yekê ku “Îbrahîm Reîsî” wekû Serkomarê rejîma Îranê hatiye diyarîkirin, daxuyaniyek belav kiriye û daxwaz li endamên Şêwraya Mafê Mirov kiriye ku hewlekê bidin.
Berpirsa Rêkxirava Lêbihorîna Navnetewî “Agnes Callamard” gotiye: “Îbrahîm Reîsî bi cihê vê yekê ku seba cinayetên li dijî mirovahiyê yên wekî kuştin, bêserûçûnkirin a bi zorê û îşkencedanan lêpirsînê li wî bikin, bûye Serkomar ku vebîranîneke tal ji aliyê rejîma Îranê ve ye ku wan core tawanbarane diparêze.
Di daxuyaniya Rêkxirava Lêbihorîna Navnetewî de hatiye ku li sala 2018an de Rêkxirava Lêbihorîna Navnetewî ew belgeyên ku rola “Îbrahîm Reîsî” di “Heyeta Merg” de diselimîne, nîşan dane.
Rêkxirava Lêbihorîna Navnetewî basa vê yekê kiriye ku dibe welatên endam li Şêwraya Mafê Mirov hewleke diyarîkirî bona pêdeçûn bi parêzvaniya tawanbarên cinayetê di pêkhateya desthilata rejîma Îranê de encam bidin heta bikarin lidarxistina dadgehîkirineke serbixwe û dadperwerane di wî welatî de dabîn bikin.
Yek ji mezintirîn haletên binpêkirina mafê mirov li dîroka rejîma Komara Îslamiya Îranê de îdamkirinên sala 1367an a Rojî ye ku “Îbrahîm Reîsî” li dana fermana wan îdamkirinan de rola serekî hebû.