Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêmiştê canê 3 hevwelatiyên Kurd li parêzgeha Xurasana Bakûrê girt

20:25 - 26 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Şeva derbas bûyî seba barîna zaf a baranê û di encama hatina lêmiştê, 3 hemwelatiyên Kurd akinciyên Xurasana Bakûrê, jiyana xwe ji dest dan.


Êvareya roja çarşemî 25’ê Îlona 2013’an, bi hatina “gijgijuk û baran”ê lêmiştek li bexşa merkeziya bajarê “Mane û Simliqan” çêbû û bû sedema ziyanekî zaf li mezre û zevî û rê û banan, û canê 3 hevwelatiyên Kurd di vê pêrêzgeha Kurdakincî de sitand.
Nûçegihaniya “Hirana” bilav kir, tirombêlek cira Pirayt bi 3 sernişnan ve di vê lêmiştê de tûş bûn û di encam de her 3 sernişînan can da.
Zaftirîn rêjeya xisareta malî a wê lêmiştê, li gundê “Kalîmanî”” ser bi bajarê “Mane û Simliqan”ê bûye û di vê gundê de hejmarekî zaf ji ajel û bez û devar ên hemwelatiyan seba wê lêmiştê têde çûn.
Serbarî ewane hemiyan pişkekî zor ji rê û banên gundên du bajarên “Raz û Cirgilan” û “Mane û Simliqan” seba lêmişta şeva derbas bûyî, tûşî zererê bûn.
Beşa nawendiya bajarê “Mane û Simliqan” bi rûbera 2 hezar û 280 mêtir du car, 31 gund bi xwe ve girtiye û 8 hezar û 394 malbat bi heşîmeta pitir ji 30 hezar kes têde akincî ne.