Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” peyemeke sersaxiyê bo Malbata Profesor Nadir Nadirov şand

12:44 - 26 Tebax 2021

Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” li derheq koça dawiya Profesor Nadir Nadirov  peyemeke sersaxiyê bo Malbata Profesor Nadir Nadirov şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Berêz Malbata Profesor Nadir Nadirov

Me bi xemgîniyek mezin ve, nûçeya koça dawiya Nadir Nadirov, Hişmendê bi nav û deng û tekoşerê naskirî û bi rûmet ê Kurdên Diyasporayê bihîst. Koça dawî ya wî kesayetiya xebatkar û xwedî ked, ne tenê bo malbat û hezkiryên wî, belkî bo hemû Welatperwerên Kurdistanê û Netewa Kurd xesareke mezin bû. Bê guman nav û bîranîna Nadir Nadirov dê  bi şanazî ve di dîroka Kurdistanê da tim zindî bimîne û dê bi tîpên zêrîn were nivîsîn.

Bi vê sedemê ve, li ser navê Hizba Demukrat a Kurdistana Îranê(PDKÎ) hewxemî û sersaxiya xwe bi we malbata rêzdar û hemû saziyên Kurd yên Diyasporsyê radigehînim û em xwe di xema we da hevpar dizanim.

Bila riha Profeso Nadir Nadirov şad û serê Netewa Kurd û hezkiryên rehmetî sax be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî

26ê Tebaxê sala 2021a Zayînî