Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta cejna “Qurban”ê peyamek belav kir

17:10 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2021

Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta cejna “Qurban”ê peyamek belav kir.

Peyam wiha ye:

Peyam bi hilkefta cejna “Qurban”ê

Cejna Qurbanê li cem Misilmanan dawiya rêûresma hecê û li cem gelê Kurd rojek bo bexşîna xêran bi ser mihtacan de ye. Lewma cejna Qurbanê bûye parek ji kultûra bi hev re jiyan û alîkarîdan di civatgehê de.

Cejna Qurbanê li bawermendên Kurd û tev Misilmanên aştîxwaz pîroz be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarêî Giştî

Mistefa Hicrî

28`ê Pûşpera 1400`an a Rojî

19`ê Temûza 2021`an