Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta cejna Remezanê peyamek belav kir

19:13 - 12 Gulan 2021

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta cejna pîroz a meha Remezanê peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyama rêzdar Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ

Bi hilkefta cejna Remezanê

Bi hilkefta cejna Remezanê ku hilkefteke pîroz a Misilmanên cîhanê ye, ez pirozbahiya xwe pêşkêşê tev Misilmanan û nemaze netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dikim.

Ez hêvîdar im li encama xebata dûrûdirêj a netewa me li pêxema azadî û rizgarî, valahiyek bê afirandin ku tê de takên civatgeha Kurdistanê, bi her bîrûbawer û ol û mezheb ve ku hene, bi azadî bijîn û aramî û bihevrebûn bikin bi hêvina avakirina civatgehek azad û demokrat. Li cem me wisa ye ku bo gihîştin bi wê rewşê, dibe em refên xebat û têkoşana xwe bo avakirina paşerojeke geş, qahîmtir bikin.

Lêpirsyrê Giştî

Mistefa Hicrî