Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ çalakiyên dîplomasî yên xwe didomîne

18:37 - 21 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Di doma sefera dîplomatîk ya lêpirsyarê giştî yê PDKÎ de, civîneke rojnamevanî ya taybet ji bo navbirî hatibe lidarxistin.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 29`ê Cozerdanê (19`ê Hezîranê) “Mistefa Hicrî”  lêpirsyarê giştî yê PDKÎ di civîneke rojnamevaniyê de ku di Enstîtûya Kurdî ya di “Washington”ê  de bi re ve çû, beşdarî kir, û tê de hejmarek rojnamevan û dezgehên medyayî yên biyanî û Amerîkayî jî amade bûn.Di destpêka civînê de, “Mistefa Hicrî” komek bas û babetên pêwendîdar bi Kurdistanê anîne ber bas, û piştre jî rojnamevan û medyakaran pirsên xwe ji lêpirsyarê giştî yê PDKÎ kirin, û ji aliyê navbirî ve bersiva van pirsan  hate dan.

Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ di destpêka axavtina xwe de îşare bi  rewşa aloz ya jiyanê di Îranê de, bi taybet di warê aborî de kir, û ragehand ku, ev rewşa rojbiroj aloztir dibe, û herwiha bas ji vê jî kir ku givaşên rejîmê bo ser xelkê zêdetir bûye û îdamkirin, serkutkirin û givaşên rejîmê gihîştiye asta herî serê, û xelkê Îranê niha li ser vê baweriyê ne ku ev rejîma hilgerê reformê nine û nikare çaksaziyê di nav xwe de pêk bîne. Piştre di bersiva vê pirsê de, ku armanca serfera we bo Amerîkayê çiye,  û hûn dixwazin çi peyamekê bidin Amerîkayiyan? Mistefa Hicrî di bersivê de got ku:

“Em dixwazin ji Amerîkayiyan re bêjin ku hûn çi bixwazin, û çi jî nexwazin, xelkê Îranê gav ji bo guherîn û herifandina rejîmê hilgirtine; Xwenîşandan, û girevgirtinên curbicur zêdetir dibin, û silogan û daxwaziyên xelkê zêdeitr ji bo herifandina rejîma ne;û bas ji vê yekê jî kir ku em naxwazin Amerîka biçe rejîmê ji bo me biherifîne, yan jî biguhere, û êrîşî ser wê bike, belku daxwazkariya me ew e ku Amerîka ev şaşitiyên ku di Sûriyê de encamp dan, van şaşitiyan di Îranê de ducarî neke.

Di vê derheqê de jî got ku, beşdarnebûna  Amerîka û Rojava di Sûriyê  de wisa lê kir ku Sûriye bibe cihekî baş ji bo çalakiyên rejîma Tehran û hêzên terorîstî, û di dawiyê de jî Sûriye ber bi vê aliyê ve biçe ku niha hûn dibînin; Her bi vê sebebê ye jî hekî welatên Demokratîk di vê demê de di  guherînkariyên Îranê de beşdar nebin, renge riya guherînê di Îranê de biguhere, û li jêr kontrola hêzên demokratîk de derkeve.

Piştre nûçegihanê  “Ferance Press” jî pirs kir ku me dît Amerîkayê di Îraq û Sûriyê de Kurd ji bo şerê lidijî DAÎŞ`ê bi kar anî , lê mixabin di dawiyê de jî îxanet li Kurdan kir, û pişta Kurdan vala kir. Hûn çi garantiyekê dibînin ku Amerîka wekî emrazekê mifahê ji we wernegire, û di nîva rê de digel Îranê rêk bikeve, û pişta we vala bike? “Mistefa Hicrî” di bersiva vê pirsê de got ku: Me xebata xwe ya li dijî Komara Îslamî gellek pêş vê ku mijarên wiha bêne rojevê, me dest pê kiriye, û berdewam jî dibin; Çi Amerîka hebe û çi jî Amerîka nebe emê wê xebata xwe bidomînin, û ji dest ji xwastek û daxwaziyên xwe û riya xwe bernadin, û ev hêza ku pişta me ye tenê û tenê xelkê me bixwe ye, ne yek peyv zêde, ne jî yek peyv kêm!.

Eva ku em li wir dixwazin encam bidin eva ye ku, faktorên navneteweyî digel xwe bikin yek, bi awayekî ku bandora me li ser van hebe, û bi qazanca me hereket bikin, hekî ne, em tu demî di çarçoveya xebata xwe de  pişt bi Amerîkayê girê nadin, û got jî ku em weke hêzekê çav li Amerêkayê dikin ku em di nirx û buhayên giştî de digel yektir hevpar in, her bi vê sedemê ye jî ku dibe riya me yek be”.

Herwiha di hevdîtineke din ya xwe de “Mistefa Hicrî” di Navenda Rojhilata Navîn ya di “Washington”ê de bas ji dawîn guherînkariyên Kurdistan û Îranê kir û got ku:

 “Ewa gellek girînge ku şêweya dîtingeha me derheqê Kurdistan û Îranê de, li wir dengvedanek hebe, çimku dibe alîkar ji bo têgihîştina navendên curbicur, tînktenkan û siyasetên Amerîkayê yên lihemberî Kurdistan û Îranê û Rojhilata Navîn de.