Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ digel endamê Parlemana Fîdral ya Beljîkê civîn pêkanî

11:55 - 12 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ di serdana xwe ya Ewropayê de, digel endamekî Komîteya Bergirî a welatê Bêljîkê, civînek pêkanî.

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” di çarçoveya serdanek û bi mebesta beşdarîkirin li konferasek di Parlemana Ewropayê de, roja Çarşemî 20`ê Sermawezê, li Parlemana Fîdral ya Beljîkê, digel “Tîm Wandênpût”, yê Partiya Lîbral a Beljîkê û endamê Komîteya Bergiriya wî welatî, hevdîtinek pêkanî.

Di wê civînê de, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, baseke hûr li ser pêşhatiyên wê dawiyê yên li Kurdistan û Îranê, xiste ber bas û basek jî, li ser pisra Kurd di Îrana niha de kir.

Di wê çaroveyê de, zêdetir bas li xwenîşandanên wê dawiyê yên di Îran û Kurdistanê de kir û îşare bi hejmara qurbaniyên wan serhildanan û herwisa ew tawanên ku rejîma Îslam li dijî xelkê encam daye kir.

“Tîm Wandinpût”, komek pirsyar û têbînî anî ber bas ku, wek xwe û wek Partiya wan li çarçoveya parlemana Fîdral de dikarin encam bidin.

Di encama wê civînê de, herdu alî, tekez li ser berdewamiya wan pêwendiyane kirin û hevdem li ser wê mijarê bas hate kirin ku, ji aliyê piraktîk de ew çawa dikarin alîkariya pirsa Kurd bi giştî û pirsa Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de bikin.