Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” bi helkefta 16ê Sermawezê peyamek belav kir

12:41 - 6 Kanûna pêşîn 2020

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” bi helkefta 16ê Sermawezê roja “Kêmendamên PDKΔ peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Kêmendamên Partiya Demokrat bi gorîkirina beşek ji leşê xwe, nirxeke giran pêşkêşê azadiya welat û gelê xwe kirine, ew şehîdên zindî yên rêya xebatê ne, çiraya rêya paşeroja rizgariya nivşa paşerojê ne.

Li roja Kêmendamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê 16ê Sermawezê, slav, rêz û emegnasiya xwe pêşkêşê wan û tev kêmendamên rêya xebata Kurdistanê dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

“Mistefa Hicrî”

15`ê Sermawez a 1399`an a Rojî

5`ê Kanûna Pêşîn 2020`an