Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat pîrozbahî ji Serokê Herêma Kurdistanê kir

13:22 - 29 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, di peyamekê de pîrobahiyên Partiya Demokrat gihande Nêçîrvan Barzanî ku wekî serokê Herêma Kurdistana - Îraqê hate hilbijartin.

Deqa peyamê bi wî awayî ye:

Rêzdar Nêçîrvan Barzanî

 Silaveke germ

Di demeke wiha de ku, xebata gelê Kurd di hemû parçên din de bo bidestveanîna mafê rewa yên xwe li qonaxeke gellek hestiyar derbaz dibe, hilbijartina cenabê te ji aliyê parlemanê wekî Serokê Herêma Kurdistanê pê sipardin bi erkeke  giran e, lê em li ser vê baweriyê ne ku bi mifah wergirtin li van ezmûnên berçav ku we di heyama salên serokatiya Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bidestve xistine û hestpêkirina we bi vê berprisayetiya girîng û dîrokî ku dikeve ser milê we, di pêvajoya  tevgera gelê Kurd bigiştî, hûn dê hemû hêz û şiyana xwe bikar bînin.

Em bi vê hilbijartina bicî ya Parlemana Herêma Kurdistanê keyfxweş in û her bi vê boneyê jî, ji aliyê xwe û hemû rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi dil ji ve pîroz dikim û hêviya me serkevtina we ye.

Digel rêz û hurmeta dubare

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

 8`ê Cozerdana 1398`an

29`ê Gulana 2019`an