Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêvekolên NY gihiştin Sûriyê

22:42 - 18 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Lêvekolên Neteweyên Yekgirtî gihiştin Demişqê jibo encamdana lêkolînan li ser îdîaya bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê.


Tîma pêkhatî ji 20 endaman roja Yekşemî 18’ê Tebaxa 2013’an bi 7 tirombêlan gihiştin hoteleke pênc-stêr li Demişq.


Pêş gihiştina wan, cîgirê wezîrê derve yê Sûrîyê Feysel Miqdad gote ajansa Associated Press ku Sûrîye bi hemû rêyan hevkarîya lêvekolên Neteweyên Yekbûyî dike.
Erkê tîma NY encamdana lêkolînan e li sê deverên Sûriyê, di nav de bajarê Xan El Essel ya ser bi Helebê.
Beşar Esed ragihandibû ku serhildayan li roja 19\'ê Adarê çekên kîmyayî li wî bajarî bikaranîn. Di bersiv de, serhildayên Sûriyê rejîma Esed bi bikaranîna çekên kîmyayî sûçbar dikin.
Dengê Amrîka