Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Astara, seba teqeyên hêzên rejîm welatiyekî Kurd birîndar bû

13:47 - 7 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hemwelatiyekî Kurd Seba gulleyên raste rastên hêzên rejîma Îslamiya Îran bi tundî hat birîndarkirin û di encam de lingekî xwe ji dest dide.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, 26’ê Îlona 2013’an, hevwelatiyekî Kurd bi navê “ Hêmin Rehîmî” kurê “ Ceifer”, xelkê gundê “Kavlana jêrê”a ser bi bajarê Mihabadê, li bajarê Astara ser bi parêzgeha Mazendaranê kevte boseya hêzên rejîm û bi tundî hat birîndarkirin.
Hêmin xêzandare û temenê wî 26 salî ye, bi gumana hilgirtina kelupelên qaçax ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve raste rast dane ber gulleyan.
Di encama êrîşa hêzên rejîm bo ser hemwelatiyê Kurd, navbirî sê gulle ber dikevin ku gulleyek bi şanê wî digre û du gullên din jî bi lingê wî yê çep digre.
Seba birîna kûr a lêngê hevwelatiyên han yê Kurd ji aliyê pizişkan ve tê birîn û heta gehîştina nûçeya han li nexweşxaneyekî bajarê Astara li jêr çavdêriya pizişkan de ye.