Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Baneyê jineka temen 35 sal, bi sedema teqîna mînê birîndar bû

18:35 - 14 Gulan 2022

Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Înê 23`ê Banemerê, welatiyeka temen 35 sal ya bi navê “Meriyem Xefûrî” xelka bajarê Baneyê, li cêrîngeha “Mêrge Nexşîne” ya bajarê Seqizê”, bi sedema teqîna mînê birîndar bû.

Ew welatiya Kurd bi sedema teqîna mînê gozînga pêyê wê bi awayekî dijwar birîndar bû û ji bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Tewrêzê hate veguhastin.

Ew welatiya li dema komkirina giyayê Buharê li nêzîk gundê “Mêrge Nexşîne”yê rastî wê bûyerê hatiye.

Di vê derheqê de roja Çarşemî 7`ê Banemerê, ciwanekî temen 18 salî yê bi navê “Hebîb Hatemî Sînavayî” kurê Celal û xelkê gundê “Kuran” yê girêdayê devera Soma ya bajarê Urmiyê, bi sedema teqîna mînê bi awayek dijwar birîndar bibû.

Li gor amara tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, ji destpêka sala 1391`an a Rojî heta dawiya sala 1400`an a Rojî, bi gelemper 402 kesên sivîl li Kurdistanê bûne qurbaniya teqîna mîn û cebilxaneyên şer yên Îran û Îraqê. (103 kuştî û 299 birîndar).