Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Bokanê pêşî li vekirina pêşangehekî wêneyên navdarên Kurd hat girtin

21:30 - 5 Îlon 2013

Kurdiatanmedia: Nawendên pêwendarên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Bokanê pêşî li vekirina pêşangehekî taybat bi wênên navdaran û Kesayetiyên Kurd hat girtin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hunermendekî Kurd ku dixwast pêşangehekî taybet bi wênên kesayetiyên navdarên Kurd veketin ji aliyên şarevan û şivra bajarê Bokanê ve alîkarî nehatiye kirin û pêşî li bêrêve çûna wê pêşangehê girt.
Biryar bû ew pêşangehe ji wêneên nivîskar, rojnamevan û wergir, edîb û şarezayên kulturî û hevlbestvanan pêk bihê.
Luqman Rehîmî wênegirê Bokanê erkê wan wênane girtibû istiyên xwe û qirar bû şivra bajar û şarevanî alîkarî bikin.
Hevceye şarevanî %3 ji dahata salane bo karê kulturî û hunerî terxan bike, lê eger karek li berjewendiya siyasetên rejîma Îranê de nebe, wî diravî bo terxan nakin.

Bi gotina çavkaniyên hayîdar piştre qirar bû şivra bajar û şarevanî alîkariya vekirina wê pêşangehê bidin, lê paşan ew nawendane rêgirî kiribûn û a niha ew hunermende bi mecbûrî berhemên xwe li torên civakî de bilav dike.