Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Bokanê rêz ji Mamostayên zimanê Kurdî re hat girtin

16:14 - 24 Adar 2013

Kurdistanmedia: Civaka hîn bûna çand û wêjeyê li bajarê Bokanê rêz li hejmarek mamostayên zimanê Kurdî re girt û xelet bi van hat dan.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Seîd Necarî, Hêmin Baneyî, Husên Şêrbegî, Fuziye Soltan Beygî,Cefer Erşed,Sûsen Hesenzade, Rehmen Cewan,Kurdistan Mela Mehmûdî û Hîdayet Azerî mamosteyên zimanê Kurdî bûn ku ji aliyê “Civaka hîn kirin û çandî û wêjeyî” li bajarê Bokanê rêz ji wan hat girtin.


Rê û resma han bi beşdariya nûser, helbestvan, hunermend û wêjeyî bajarê Bokarê birêve çû.


Di vê rê û resmê de komek helbest û pexşan ji aliyê rêzdaran Evîn Feyzullahî, Seyd Qaqan Qadirî, Fewziye Soltan Beyîgî, Amine Çak, Îreç Nahîd, Rehîm Mînayî, Xalid Eskerî û Saman Ebzade vê hat pêşkêş kirin.

Civaka hîn kirin û çandî û wêjeyî li bajarê Bokanê sala 2006’an hat avakirin û yek ji nawêndên çeleng û ektîv ji hêla hîn kirina zimanê Kurdî, rêxistina kor , simînar û bîranîna nûser û hunermendên Kurd û bi taybet ji hêla birêvebirina kageha helbes û çîrokên zarokan bi awayeke zenistî tê hejmar kirin.