Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Duhokê bajarek Kurdistanê ku dîroka wê vedigere bo 3 hezar û 400 salan berî niha hat peydakirin

12:42 - 1 Hezîran 2022

Bajarekî Dîrokî yê şaristaniyeta Kurd ya serdemên desthilatdariya Mîtaniyan ku, dîrokek zêdetir ji 3 hezar û 400 salan heye li devera Sêmêlê ya girêdayî parêzgeha Duhokê li Başurê Kurdistanê hat peydakirin.

pêka rapora malpera "Tags Shaw" a Almaniyayê, şûnwarê bajarek dîrokî yê şaristaniyeta Mîtaniyan ku, di bin ava bendava Musilê de bûye hatiye peydakirin û pêka gotina şûnwarnasan, navê wî bajarî “Zixîko”ye û navedek girîng a desthilata Mîtaniyan bûye û dîroka wê vedirege bo 1350 heta 1550 salan berî zayînê anku 3 hezar û 400 salan berî niha.

Pêka gotina dîrokzan û şûnwarnasan, şaristaniyeta Kurd li dema birêvebirina dewleta Mîtanî li deverên bakurê Mezopotamiya, deverên başurê Anatoliyayê û deverên ku niha bi navê Sûriye tê naskirin ji xwe digirt û ew şaristaniyet ya serdema devra Bronz bûye.

Şûnwarnasan di wî bajarê dîrokî yê Kurdistanê de çendîn kargehên pîşeyî, zêdetir ji 100 lewheyên sofalî ku bi rênivîsa bizmarî hatine nivîsandin, peyda kirine.

Bi sedema daketin û kêmbûna ava avbenda Musilê beşek ji wî bajarî piştî 40 salan di bin avê  de derkevtiye.